‘Guhertina qanûna 657'an hewldana AKP’ê ya kadrokirinê ye'

STENBOL - Hevseroka 3'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Stenbolê Ayfer Koçak, der barê guhertina Qanûna Karmendên Dewletê ya hêjmar 657'an de diyar kir ku AKP bi armanca kadroyên xwe di hemû qada cemaweriyê de bi cih dike van zagonan diguherîne.

Îktîdara AKP'ê Qanûna Karmendên Dewletê ya Hêjmar 657'an ji nûve saz dike û di zagonê de guhertinan çêdike. Bi vê guhertinê armanc dike ku pêdivî bê hat dîtin li şûna wan personelên bi peyman bi cih bike. Dixwaze wekî qada sektora taybet pêş bixe û li gorî xwe personelên bi peyman bi cih bike. Têkildarî sererastkirina zagonê Hevseroka 3'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Stenbolê Ayfer Koçak, der barê guhertina Qanûna Karmendên Dewletê ya hêjmar 657'an de diyar kir ku AKP bi armanca kadroyên xwe di hemû qada cemaweriyê de bi cih dike van zagonan diguherîne. Koçak, diyar kir ku piştî ev zagon bê guhertin û ji nûve bê sazkirin dê di qada cemaweriyê de pirsgirêkên mezintir derkevin holê. Koçak, Gev guhertin tenê ji bo karmendan pirsgirêkê ava nake. Di heman demêde ji bo saziyên perwerdehiyê jî bibe pirsgirêk. Tê têkiliyên di navbera midûr, rêveberiya saziya perwerdehiyê û personelan de jî pirsgirêkê derxe. Dîsa ji ber ewlehiya kar dê tune be, dê ji bo rekatebê li dibistanan neheqî û bê edaletî pêş bikeve. Em hewl didin ku têkiliyê dînin Em hêvî dikin ku wekî mal nêzî mijarê nebin. "

Koçak, destnîşan kir ku ev guhertin dê kalîteya perwerdehiyê jî kêm bike û wiha got: "Di salên 1980dan de bi navê "Perwerdehiya bi kalîte mînak ji dewleta Çînê girtin. Mamoste û xwendekar wekî muşterî tên dîtin. Wekî kargerî, kar û karsaz tê dîtin. Nêzîkatî li ser hilberîna mal pêş dikeve. Ev pêkanîn dê bi xwe re rekabeta bê kontrol û bê edalet pêş bixe. Îktîdar ji çawaniyê zêdetir li ser şekl û şemal radiwestin. Di mulakat û ezmûnan de jî tê dîtin ku dixwazin li hemû qadan kadroyên xwe bi cih bikin û kadrobuna xwe li her derê belav bikin. Dixwazin li her derê endamên Egitim Bir Senê bi cih bikin. Navê vê yeke raste rast kadrobûyîn e. Em dê li dijî vê yekê têbikoşin. "

Sekreterê Hiqûqê yê 3'emîn Şaxa Egîtîm Sen'a Stenbolê Vedat Kara jî anî ziman ku bi vê guhertinê tenê endamên KESK'ê û zarokên wan betal namînin û wiha got: "Bi vê guhertinê dê hemû endamên civakê mecbûrî jiyanek bê ewle û bê bawerî bikin. Divê em li dijî vê yekê kolanan bi rêxistin bikin û divê em çalakî û têkoşîna xwe mezintir bikin.
Em wekî sendîka li dijî vê yekê amade ne û amadekariyên me hene.