ŞIRNEX - Listika bahîsê ku dijzagonî ye di demên dawî de li kolanên navçeya Cizîrê belav dibe û aşkere tê lîstin. Hat zanîn ku ji bo ev lîstika cureyekî kumarê ye gelek pere ji bo wê hatine razandin. Hat zanîn ku heta niha 2 kesan ji ber vê lîstika mumarê întîhar kiriye.
Di demên dawî de li navçeya Cizîrê lîstika bahîsê ku dijzagonî ye belav dibe. Piştî qedexeyên derketina kolanan bi dawî bû, bi awayekî aşkere ev lîstika kumarê ku li dijî zagonan e tê lîstin. Lîstika bahîsê ku gelek pirsgirêkên civakî bi xwe re tîne, tê xwestin ku wekî nexweşiya tiryakê di nava ciwanan de belav bikin û hemû ciwanên tiryakê tev li vê pêla lîstika kumarê bikin. Ciwanên ku tev li vê lîstikê dibin piraniya dema xwe li dukanên bahîstê xerç dikin û dikevin bin deynan. Ciwanên ku fêrî vê lîstikê dibin gelek pereyan ji bo vê lîstikê radizînin û dikevin nava pêlê vê kumarê. Di demên dawî de gelek navend hatin vekirin. Lîstika ku berê bi awayekî veşarî li cafeyên înternetan dihatin lîstin, niha bi awayekî aşkere li dikanên bê rûhsat tên lîstin. Di mehek dawî de ji bo kuponên bahisê razînin bi dehan navendên bahîsê hatin vekirin. Dikanên bahîsê yên hatin vekirin bi ruhsatên cuda û tabelayên cuda hatin vekirin. Li dikanan cihê rûhiştina gelek kesan tê vekirin. Di ekranên TV'yan de heta serê sbê bi awayekî zindî bahîs tê lîstin û camên dikanan bi fîlmên reş hatine girtin.
PERE BI RIYA BANKAYAN TÊ RAZANDIN
Hesabên pereyan ku li ser înternetê tê razandin, navenda wan li Kibrisê ye. Nêviyê pereyên ji bo kuponan têrazandin û nêviyê mayî jî dişînin bankayên ku navenda wan li Kibrisê ne. Transfera pereyan jî bi riya bankayan û bi riya hin navbênkaran pêk tînin.
Balkêş e lîstik bêtir dawiya hefteyê û di saetên êvarî de tê lîstin. Tê diyar kirin ku li serê her kuçeyek ku cihê lîstik tên lîstin polîsek tê rawestandin û tedbîr tê girtin. Bi piraniya navendên bahîsê nêzî karakolan in. Polîsên girêdayî Şaxa Midûreyeta Kaçakvanan ku her roj bi ser dikanên kesên mazot û cîgareyên kaçak difiroşe de digirin, li hemberî van dikanên bahîsê ker û kor in.
Kesên bi bahîsê dilîzin gelek ji wan dikevin bin deynan û gelek dibin tiryak. Di salek dawî de 2 kesên ketin nava listika bahîsê û bûn deyndar întîhar kirin.