AMED - Parlamenterên HDP’Çaglar Demîrel û Abdullah Zeydan ên girtî tên darizandin piştî girtina 7 mehan sibê li Amedê derdikevin pêşberî dadgehê.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel ku nêzî 7 meh e girtî tê darizandin dê sibê li Amedê derkeve pêşberî dadger. Demîrel pişti destnedayina wê hat rakirin, dozgerê komarê yê Amedê der barê wê de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê kiriye" ji 10 salan heta 23 sal cezayê girtîgehê doz vekir. Rûniştina doza Demîrel li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê dîtin.
Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan jî ku di 4'ê mijdarê de hat binçavkirin û girtin piştî 7 mehan derdikeve pêşberî dadgehê. Zeydan ku li gel Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa E a Edirne girtî ye dozger der bare wî de heta 20 sal ceza dixwaze. Dozger bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye", “Pesnê sûc û sucdar daye" "Li dijî zagona meş û xwepêşandanan derketiye" û "Endamtiya rêxistinê" heta 20 sal ceza dixwaze. Rûniştina doza Zeydan ku diviya bû li 2'emin Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê bihata dîtin, bi hinceta ewlehiyê dê li 5'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.