Famkirina rojnameyan a demokrasiyê

ENQERE - Rojnameyên çapemeniya hawiz ên hewldan û daxuyaniyên HDP’ê yên aştî û demokrasiyê nedîtin, peyamên di kongreya AKP'ê ya “Dê OHAL bidome", “Em dê tune bikin", “Ev rojên wan ên xweş in" wekî pêngava "demokrasiye" derxistin manşetan.

Rojnameyên girêdayî AKP'e û hawiz, daxuyanî û peyamên kongreya AKP'ê ya duh îro tev kirin manşetên xwe. Herî kêm 23 rojnameyên giredayî îktîdara AKP'ê ku peyamên di kongreya HDP'ê de derketin neditin, peyamên AKP'ê yên wekî “Dê OHAL bidome", “Em dê tune bikin", “Ev rojên wan ên xweş in" wekî pêngava "demokrasiye" derxistin manşetan.