DÎLOK - ‘Şehîdên meha Gulanê’ li Dîlokê bi çalakiyeyê hatin bi bîranîn.
Navenda Çan û Hunerê ya Medya (MKM), li avahiya HDP’a Dîlokê bi çalakiyekê ‘Şehîdên meha Gulanê’ bi bîranî. Di salona bîranînê de pankarta “Di şexsê Şehîd Mizgîn de em hemû şehîdan bi bîrtînin” hat hilawîstin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka HDP’a Dîlokê Guler Erat, diyar kir ku ew ê kevneşopiya berxwedanê bilind bikin û ji bo mirinan kêm bikin û azadi bibin divê hezaran li ser yekê zêde bikin.
Piştî axaftinan stran hatin gotin û şanoya bi navê “Mizgîna çeleng" ht pêşkêşkirin.