STENBOL - Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev ku ji bo tevlî Zîrweya Rêxistina Hevkarî ya Aborî ya Deryaya Reş bibe çibû Stenbolê. Medvedev dê bi Erdogan re hevdîtinekê bike.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Daîreya Çapemenî ya hikûmeta Rûsyayê, Serokwezîr Dmitriy Medvedev û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê îro (roja duşemê) li Stenbolê hevdîtinekê pêk bînin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Medvedev û Erdogan wê mijarên girîng û têkiliyên dualî yên navbera Moskow û Enqereyê binirxînin. Tê pêşbînîkirin ku Medvedev ji xeynî Erdogan bi Serokwezîr Binali Yildirim û Serokê Dewleta Moldovayê Îgor Dodon re jî hevdîtinekê pêk bîne.