WAN - Li Wanê 12 DBP’iyên din ava wan de rojnameger Serhat Yaruk jî heye piştî 12 rojan sewqî dadgehê hatin kirin.
Di 11’ê Gulanê de li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê polîsan bi ser mal û avahiya DBP’ê de girtibû û 12 kes binçavkiribûn. Hevserokê DBP’ê yê Bajar Ahmet Aygun, nûnerê DBP’ê yê bajar Necmî Varhan, Berdevkê KCD’ê yê Wanê Ramazan Duman, endamên Meclîsa Jinan a DBP’ê Dersim Ak, Miyaser Çelîk, Adnan Akti, Ozgur Bulut, Murat Aladag, Camî Rahat û Hevseroka TUYAD-DER’a Wanê ya berê Aynur Bagiş, endamê PM’yê DBP’ê Bariş Koyun, endamê PM’yê DBP’ê û rojnameger Serhat Yaruk ên li midûryetê mafê bêndegiyê bikaranîn li dozgeriyê îfadeyên wan tê girtin.
Ji ber li ser dosyaya DBP’iyan “biryara veşartî” heye nayê zanîn ku ji ber çi hatin binçavkirin.