Cezayê êrîşkarê zayendî derxistin 57 salan

STENBOL - Ajokarê serwîsê Cengiz Ay ê li dijî xwendekara zanîngehê ya 19 salî E.F.B'yê êrîşa zayendî pêk anîbu rastî 45 sal cezayê girtigehê hatibû. Di doza duyemîn de 12 salên din hat zêdekirin û cezayê wî derxistin 57 salan.

Li Stenbolê di 24'ê Çileya 2016'an de li kolana Bagdatê ya Bostanci ya Stenbolê ajokarê serwîsê Cengîz Ay li dijî xwenekara Zanîngehê E.F.B êrîşa zayendî pêk anîbû. Ajokarê serwîsê Cengiz Ay ku li 47emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat darizandin bi sucdariya "êrişa zayendî ya çawanî û gazpa bi nîtelîk 45 sal cezayê girtigehê lê birîbûn.


Der barê Cengiz Ay de li 44'emin Dadgeha Asliye Ceza ya Anadolu doza duyemîn hat vekirin û bi sucdariya "kes ji huriyetea wî mahrûm kirine" 8 salên din û sucdariyên din bi giştî 12 sal cezayên din birîn. Cezayê Ay 12 sal zêde kirin û derxistin 57 sal cezaye girtîgehê.