ENQERE - Parêzer Selçuk Kozagaçli, derbarê binçavkirina Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça de diyar kir ku wan av û şekir razandine û wiha got: “Lê ger dema binçavkirinê dirêj bikin dê herduyan jî venexwin û gotin ‘Em ê li dijî vê bêmafiyê serî netewînin’.”
Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça ku di çarçoveya KHK’ya hatiye derxistin hatin îxraçkirin di roja 195’emîn a berxwedana û 75’emîn çalakiya greva birçîbûnê de, di serdegirtina malê de hatin binçavkirin.
Derbarê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên hatine binçavkirin agahî tên girtin.
Parêzer Selçuk Kozagaçli di parvekirina kirî de diyar kir ku piştî Gulmen û Ozakça li Nexweşxaneya Dewletê ya Ulusê di kontrola tendirûstiyê re hatin derbas kirin birine Midûrye Têkoşîna Bi Terorê re (TEM) a Çankayayê.
‘GER DEM DIRÊJ BIKIN DÊ AV Û ŞEKIRÊ VENEXWIN’
Kozagaçli da zanîn piştî hevdîtin bi wan re kirin dê derbarê rewş û pêvajoya binçavkirinê de agaiyên net bidin û wiha got: “Me av û şekir ji wan re razand; Lê ger dema binçavkirinê dirêj bikin dê herduyan jî venexwin û gotin ‘Em ê li dijî vê bêmafiyê serî netewînin’. Nuriye û Semîh hatine hincirandin. Silav li hemû kesî kirin westiyane lê rewşa wan başe.”
BANGA YUKSELÊ
Li aliyê din welatiyên bi Acun Karadag û Velî Saçilik re li qada berxwedanê nobedê didomînin, parêzer Selçuk Kozagaçli jî bang li hemû kesî kir ku biherikin kolana Yukselê. Velî Saçilik ê bi KHK’ê hat îxraçkirin bertek nîşanî binçavkirina Gulmen û Ozakça da û diyar kir ku ew dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dike.
ESRA OZAKÇA HAT BERDAN
Esra Ozakça ya serê sibê bi Gulmen û Ozakça re hat binçavkirin serbest hat berdan û dayîka Semîh Sultan Ozakça ya ku li qada berxwedanê nobet digirt rakirin nexweşxaneyê. Esra Ozakça ku bi parêzer Ayşegul Çagatay û Ebru Tîmtîk re hat girtin piştî hat berdan tiştên jiyane vegot.
Ozakça, da zanîn ku polîsan di mijara îşkenceyê de bi hev re dikevin pêşbirkê û wiha got: “Me şevê din li mala xwe hewldana cînayetekê jiya. Êrîş bi armanca qetilkirina hevalên me bû. Em dil nadin dest bikin wan ew îşkence li wan dikin. Ji be me ew nedan em îşkence kirin û me îşkenceyek giran dît. Kesên hatin di mijara îşkenceyê de bizanebûn.”
Ozakça, bi awayekî bêhiqûq serdegirtin pêkanîne û wiha pêde çû: “Em ê navên faîlên vê hewldana cînayetê û berxwedana me ya ji îro pêde saet di 13.30’an de diyar bikin. Me got tişta hûn dikin Yezîdlîke me ji wan re jî got. Di mijara îşkenceyê de bi hev re ketibûn pêşbirkê. Ji ber ku dixwestin bikevin çavê hinek kesan.”
EGÎTÎM SEN: DEMILDEST SERBEST BERDIN Û KARÊ WAN PAŞDE BÊ VEGERANDIN
Egîtîm Sen a ku Gulmen û Ozakça endamên wanin derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Daxuyaniya Egîtîm Senê wihaye: “Em wekî Egîtîm Sen dixwazin diyar bikin ku Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku ji ber rewşa wan a tendirûstî divê bi hesas nêzî wan bibin demildest serbest bên berdan. Em derbarê hemû rewşên nerênî de hikûmetê û rayedaran hişyar dikin û dê sendikaya me rewşê ji nêz ve bişopîne. Em dixwazin endamên me Gulmen û Ozakça û hemûyên bi hatine îxraçkirin vegerin ser karê xwe û karê wan paşde bê vegerandin.”