Li Îzmîrê 6 kes hatin girtin

ÎZMÎR - Li Torbaliyê ji 18 kesên beriya 4 rojan hatibûn binçavkirin 6 kes hatin girtin.

Li Torbaliya Îzmîrê di 18’ê Gulanê de polîsan bi ser malan de girtin û 18 kesên di nava wan de endamên HDP’ê jî hene binçavkirin. 18 kesên karên wan ên li midûryetê bi dawî bûn sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî lêpirsîna dozgeriyê ji 18 kesan 6 kes bi îdîaya “heqaret li Serokomar kirine”, “heqaret li Ataturk kirine” û “endamên rêxistinê ne” sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin.

6 kesên piştî li dadgehê îfadeyên wan hatin girtin bi heman hincetê hatin girtin. 12 kes jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketine derveyî welat hatin berdan.