Polîsan destûr nedan gelê Sûrê bi walî re hevdîtinê pêk bînin

AMED - Welatiyên li taxên Alîpaşa û Lalebey ên biryara hilweşandina wan hatiye girtin dijîn xwestin heta ber walîtiyê bimeşin lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Welatiyên li taxên Alîpaşa û Lalebey ên ku di bin navê “Veguherîna Bajar” de bên xirakirin dijîn, biryar dan ku li dijî hilweşandinê bimeşin walîtiyê. Di saetên serê sibê de gelek welatî li qada Kîlîse ya li nava taxê hatin cem hev. Li ser kombûna welatiyan tax û derdora Deriyê Rihayê gelek polîsên hêza taybet û TOMA hatin bicihkirin.

Polîsên destûr nedan meşan welatiyan, diyar kirin ku dê bi keya û nûnerên ku welatiyên taxê hilbijartine re hevdîtinê pêk bînin. Li ser vê yekê keyayê taxa Lalabey Berzan Sular û keyayê Alîpaşayê Abdullah Çelîk û 2 nûnerên taxê bi armanca hevdîtinê bi walî re pêk bînin ji taxê veqetiyan. Welatî ji li qadê li benda keya û nûnerên xwe sekinin. Piştre keyayên vegeriyan taxê diyar kirin bi walî û qeymeqam re hevdîtin pêkneanîne û wiha gotin: “Midûrê polîsan got ew ê daxwazên me bigihîne walî û qeymeqam. Ger li me venegerin dê li taxan av û ceyran neyê birîn.”

Piştî hevdîtinan welatî belav bûn.