ENQERE - Dayik û hevsera Semih Ozakça yê di roja çalakiyê ya 75'an de li malê hatin binçavkirin dest bi çalakiya greva birçîbê ya bêdem û bêdorveger kirin.
Polîsan di roja çalakiya 75'an de şev nîvê şevê bi ser malên Akademîsyen Nûriye Gulmen û Mamoste Semîh Ozakça de girt û ew binçavkirin. Polisan şev nîvê şeve bi ser malên Gulmen û Ozakça de girt û ew binçav kirin. Polîsan tevî Semih Ozakça û hevsera wî Esra Ozakça parêzerê wan Ayşegul Çagatay û Ebru Timtik jî binçav kirin. Piştî Semih Ozakça û Nuriye Gulmen hatin binçavkirin, dayika Semih Ozakça Sultan Ozakça û hevsera wî Esra Ozakça dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger kirin. Dayika Semih Sultan Ozakça, diyar kir ku ger daxwaza tiştekî wisa sûc be ew dê heta dawî li pey kurê xwe be û çalakiya wî berdewam bike û ji ber vê yekê dest bi çalakiya grevê dike. Hevsera Semih Esra Ozakça jî anî ziman ku ew û dayika Semih ji îro û şûnde dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin.
.