Hevşaredara Dihê hat berdan

SÊRT - Hevşaredara Dihê Eda Kîlîs a ji peywirê hatibû dûrxistin ligel 4 kesên din hat berdan.

Hevşaredara Dihê Eda Kîlîs a bi biryara Wezareta Karê Hundir ji peywirê hat dûrxistin û di 5’ê Mijdara 2016’an de hat binçavkirin û di 2’yê Kanûnê de hat giritn û 4 kesên pêre hatibûn binçavkirin hatin berdan. Di lêkolîna girtina mehî de dadgehê biryara berdana Kîlîs, Faruk Erdemcî, Mehmet Emîn Elçî, Abdulhadî Ete û Osman Aydin da.