STENBOL - Dadgehê cezayê rojnameger Kumru Başer û Çîlem Kuçukkeleş ku beşdarî nobeda gerînnendehiya rojnameya Ozgur Gundemê bûbûn erê kir.
22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê cezayê rojnamegerên tevlî kampanyaya nobeda Gerînendehiya Giştî ya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin bûn erê kir. Dadgehê cezayê rojnameger Kumru Başer û Çîlem Kuçukkeleş bi îdîaya “Di dayîna ceza de tiştekî dij qanûnî tune ye” erê kir. Di doza li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin de rojnameger Kumru Başer, bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” salek 3 meh ceza, ji Çîlem Kuçukkeleş a li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat darizandinre jî bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 3 meh cezayê girtîgehê û bi îdîaya “daxuyaniyên rêxistinê weşandine” jî 6 hezar TL cezayê pere hat dayîn.