HATAY- Derket holê ku rayedarên Tirkiye û Tahrîr El Şam bi hev re di bin navê saziyên alîkariyê de li navçeya Reyhanli ya Hatayê xebata tevlîkirina endaman a ji bo Tahrîr El Şam tê kirin.
Li gor agahiyan, Tirkiye li bajarên ser sînora Îdlibê komeleyên (munazamat) xwe ya ku bi koçberan re mijûl dibin teslîmê endamên Tahrîr El Şam ku berê de Cebhet El Nûsra bû dike. Li gor wêneyê ji hêla çavkaniyekî ya ji heremê ve hatî şandin, endamekî Cebhet El Nûsra ya bi navê Abdullah El Horanî li ber Komeleya Piştevanî û Alîkariya Bi Sêwiyên Reyhanli ya li navçeya Reyhanli ya Hatayê hatiye girtin. Hat gotin ku ne tenê Abdullah El Horanî gelek endamên Cebhet El Nûsra ango navê wî yê nû Tahrîr El Şam, wek berpirsiyar û xebatkarên saziyên li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hene.
Hat gotin ku Abdullah El Horanî karê saziyê zêdetir xebata tevlîkirina ji bo Tahrîr El Şam dike û tenê ev komele ji bo wî kamufle ye. Kesê vê wêneyî şandî derbarê El Horanî de agahî da û diyar kir ku ew Abdulah El Horanî ji berê ve nas dike û di nav Asayîşa Tahrîr El Şam ya li Idlibê dîtibû. Heman kes got ku Abdullah El Horanî li Idlibê ji ber hişkbûna xwe ya li hemberê sivîlan tê naskirin û di van saziyan de ne tenê Abdullah, gelek endamên Tahrîr El Şam hene.