Kepçeyek şaredariyê hebû ew jî şandin operasyonê

ŞIRNEX - Qeyûmê tayînî Şaredariya Elkê hat kirin kepçeya şaredariyê şand qada operasyona leşkerî ya li Herêma Katoya Jîrka. Welatiyên ku kepçe ji şaredariyê xwestin bersîva "Kepçe li xebatê ye" girtin.

Li herêma çiyayê Katoyê Şîrka ya Elka Şirnexê demek e operasyona leşkerî didomin. Qeyûmê tayînî şaredariyê hat kirin kepçeya şaredariyê ku yek tenê ye li şûna di xebatên şaredariye û navçeyê de bixebitîne şand qada operasyonê. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin xebatên xizmeta navçeyê hatin rawestandin. Qeyûmê kepçeya Şaredariyê şand herêma operasyonê ku ji 18'ê Nîsanê de berdewam dike.

KEPÇE LI XEBATÊ YE

Hat zanîn ku kepçe tevî operatorê wê şandine herêma operasyonê û di karê kolandin û rede dixebite û piştgiriyê dide operasyonê. Welatiyên Elke ku ji bo xizmeta navçeyê kepçe xwestin bersîva "Kepçe li xebatê ye" ji qeyûmê girtin. Welatiyan bertekên xwe anîn ziman û xwestin kepçe li qada operasyonê nexebite û piştgiriyê nede operasyonê.