ENQERE - Girseya ku li ber Birdariya Mafên Mirovan binçavkirina Akademîsyen Nuriye Gulmen û Semih Ozakça binçav kirin cara duyemîn rasti êrişa polîsan hat. Polîsan herî kêm 10 kes binçav kirin. Polîsan di erebeya polîsan de jî bi îsota gazê êrîşa xwe berdewam kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya akademisyen Nuriye Gulmen û Semih Ozakça di roja 75'an de berdewam dike. Polîsan şevê din saet di 01.00'an de Gulmen û Ozakça binçav kirin û hêj di bin çavan dene. Koma yekem ji bo piştgiriyê çalakî pêk anî û rastî mudaxaleyapolîsan hat. Koma duyemîn jî li ber Bîrdariya Mafên mirovan a Kolana Yukselê kom bûn û piştgirî dan çalakiya Nûriye Gulmen û Semih Ozakça. Koma duyemîn jî rastî mudaxaleya hişk ya polîsan hat. Polîsan di êrîşê de Muslum Bezirgan, Bîlgî Işilyilmaz, Omer Akyel, Sibel Baglaç binçav kirin. Piştî nivro koma duyemîn li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyanî da. Dayika Ozakça Esra Ozakça û dayika wî Sultan Ozakça, wekilên HDP'ê Behçet Yildirim, Mithat Sancar, Alîcan Onlu, Mahmut Togrul û Bedia Ozgokçe Ertan, wekîlên CHP’ê Veli Agababa, Eren Erdem, Ali Haydar Hakverdi û Mustafa Balbay amade bûn. Wekilê CHP'ê Mustafa Balbay, porê ku di êrîşa polîsan de qut bû nîşanî kamerayan da û got: “Polîsan jin bi erdê re kaş kirin. Di êrîşê de porê jinê qut kirin. "
Di daxuyaniyê de xwestin ku heta saet 18.00’an Nuriye û Semih serbest berdin. Komê diyar kir ku dê saet di 18.00’an de dîsa li ber Bîrdariya Mafên Mirovan kom bibin û çalakiya xwe berdewam bikin.
Dema komê çalakiya rûniştinê pêk anî polîsan dîsa bi bombeyên gaze êrîş kir û Esra Ozakça, Sultan Ozakça, Acun Karadag, Veli Saçilik, Mehmet Dersulu, Îlhan Kaya binçav kirin. Dema polisan kom binçav kirin 6 kes di maşîna polîsan de dîsa rastî êrîşê hatin. Polîsan di maşîna polîsan de jî êrîş berdewam kirin û gaza îsotê avet ruyê wan. Esra Ozakça ku nexweşa astimê bû, bêhna wê çikiya. Dayika Semih Ozakça Sultan Ozakça jî bertek nîşan da û got "Ev îşkenceyê li me dikin." Piştî mudaxaleya polisan wekilên CHP'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Rageşiya li ser kolanê berdewam dike.