Qeyûmê tabelaya Şaredariya Amedê ya kurdî daxist

AMED - Qeyûma ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, tabelaya şaredariyê ya kurdî û tirkî daxist.

Qeyûma tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, tabelaya şaredayiê ya kurdî û tirkî daxist. Hevşaredarê Bajarê Mezin ên Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak di 25’ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin û di 31’ê Cotmehê de hatibûn girtin. Li şûna wan Cumali Atilla wekî qeyûm hatibû tayînkirin. Qeyûm piştî hat ser kar avahiya şaredariyê bi maşîneyên zirxî hat pêçan. Hemû karkerên şaredariyê di bin lêgerînê re derbas dibin. Niha jî tabelaya şaredariyê ya kurdîe û tirkî hat daxistin. Şaredariyê têkildarî daxistina tabelayê de tu daxuyanî neda.

Dema qeyûm tayînî Şaredariya Giyadînê ya Agiriyê jî hati kirin berî her tiştî tabelaya kurdî daxistibûn.
Li ser berteka gel dîsa tabela paşve daliqandibûn.