MÊRDÎN - Berdevka Platformên Şaxên KESK'ê ya Mêrdînê Eylem Ergun, binçavkirina Ozakça û Gulmen şermezar kir û wiha got: "Em wek KESK'ê diyar dikin ku berpisiyarê hemû rewşên xerab ên ku di bin çavan de diqewimin hikûmeta AKP'ê ye."
Platforma Şaxên KESK'ê ya Mêrdînê ji bo balê bikişîne ser rewş û binçavkirina endamên xwe Semih Ozakaça û Nuriye Gulmen ên ku ev 75 roj in di greva birçîbûnê de ne daxuyanî dan. Daxuyanî li Parka Karayollari ya Mêrdînê hat dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyên Gulmen û Ozakça, wêneyê Sekretera Giştî ya Egîtîm-Sen'ê Ebru İgît ku duh hatî binçavkirin, dowîzên li ser "Em karê xwe dixwazin", "264 roje ez li benda edaletê me", pankarta "Bila KHK bên betalkirin, em karê xwe dixwazin" nivîsandî hatin hildan û dirûşmeyên "Em karê xwe dixwazin" û "Dê serkeftin bibe ya kedkarên ku li ber xwe didin" hatin berzkirin.
Berdevka Platformên Şaxên KESK'ê ya Mêrdînê Eylem Ergun daxuyanî xwend.
'EM JI JIYANA HEVALÊN XWE BI GUMAN IN'
Ergun, diyar kir ku kedkarên bi awayekî derhuqûqî bûne hedefa darbeyê mafên wan ên bingehîn hatine astengkirin. Ergun, da zanîn ku endamên wan Ozakça û Gulmen ji bo vegerin ser karê xwe bi îradeya xwe ketine greva birçûbûnê û wiha got: "Hevalên me di roja 75'emîn a grevê de hatin binçavkirin. Hevalên me di dema xwe ya herî hesas de ne. Bi şev binçavkirina wan îşkence bi xwe ye. Em wek KESK'ê diyar dikin ku berpisiyarê hemû rewşên xerab ên ku di bin çavan de diqewimin hikûmeta AKP'ê ye. Em ji rewş û jiyana hevalên xwe bi gumanin."
Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Dê endamêm KESK'ê sibê saet di 5'an de çalakiya xwe li heman cihî bidomînin.