MÊRDÎN - Dayika bi navê Vehbiye Akyuz a ku kurê wê li Cizîrê hat kuştin şerpeya reş qet li serê xwe dernexist her roj diçe li ser gora kurê xwe û hesreta xwe tîne ziman.
Navê kalê wî HUseyîn Akyuz ê ku li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji bo înşeata mala xwe temam bike di 1980'an de carekî li sînor derbas kir û ji aliyê leşkeran ve hate tuştin dane wî. Huseyîn ê ku li gundê Heveyrîn a Mîdyadê ji dayik bû zarokê herî mezin ê malbatê bû. Bi malbata xwe re di 2005'an de piştî ku li gund jiyan kir ji bo debara xwe bikin çûn Antalyayê û li vir dest bi dibistanê kir.
DI TEMENÊ XWE YÊ BIÇÛK DE GOTIN 'TERORÎST E'
Bav li înşeatan xebitî, debara malbata xwe kir û zarokên xwe da xwendin û der barê tiştên ku gelê kurd dijî de zarokên xwe her tim agahdar kir Huseyîn ê ku diçû pola 4'emîn li dibistanê gelek caran bi gotina "hûn terorîst in" ve rû bi rû ma. Ji ber vê yekê jî gelek caran pevdiçû.
Di 14 saliya xwe de dema diçû pola 8'emîn Huseyîn jî bi bavê xwe re di înşeatana de dest bi xebatê kir û alîkariya malbata xwe kir.
LI METROPOLAN ZANEBÛNA KURDBÛNÊ ZÊDE BÛ
Piştî 4 salan dîsa bi malbata xwe re berê xwe da Midyadê û li vir bi cih bûn. Huseyîn li vir jî xebitî û zanebûna welatparêziyê ji ber malbata xwe pêş kêt. Tu caran tiştên ku gelê kurd rû bi rû dimîne hezm nekir, ji ber vê yekê jî di 2014'an de di xebatên hilbijartinan de cih girt û dest bi xebatên li bajaran kir.
NAVÊ 'AKÎF' LI XWE KIR
Ji bo Huseyîn îlankirina xwerêveberiyan bû merhaleyekî girîng bi îlankirina xwerêveberiya li Nisêbînê tevlî YPS'ê dibe. Li vir navê "Akîf" ê Mehmet Şîrîn Cebe (Akîf Dogan) e di 2013'an de jiyana xwe ji dest dide li xwe dike û di demeke kin de li Nisêbînê gelekî tê hezkirin.
Aliyê wî yê herî xurt jî girêdana wî ya bi hevalên xwe ve bû. Li Nisêbînê piştî îlankirina qedexeya 14 rojan li taxa Abdulkadîrpaşayê hevalê wî Musur Aslan (Rizgar Avreş) jiyana xwe ji dest da û vî yekê gelek bandor li ser wî kir. Heta ambulans bê hevalê xwe di hembezê xwe de girt. Ji ber ku gelek bi bandor bûbû wasiyeta "min jî li cem Rizgar veşêrin" li hevalên xwe kir.
Huseyîn bi rojan bi cilên xwe yên ku xwîna hevalê wî lêket ve geriya.
DEMA HEVALÊ XWE XWEST XILAS BIKE JIYANA XWE JI DEST DA
Dayika xwe jî herî dawî di îlona 2015'an de li mala ku bi hevalê xwe Îbrahîm Altunkaynak ê li Cizîrê hate qetilkirin çûbûn dîtibû. Di hevdîtinê de ji dayika xwe re gotina "Ez ê li vî axê bimirim" bi kar anîbû û xatir jê xwestibû piştî wê rojî li Nisêbînê têkoşîna xwe berdewam kir û di 7'ê çileya 2016'an de dema ku xwest hevalekî xwe xilas bike jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Huseyîn li Midyadê hate veşartin. Piştî ku wî jiyana xwe ji dest da dayika wî qet şarpeya reş li serê xwe dernexist û êşa wê hê jî teze ye. Dayika wî mal bi wêneyên wî ve xemilandiye û her roj li wêneyan dinêre.
Dayika wî Vehbiye Akyuz, her roj diçe li ser gora kurê xwe û dibêje ku derdên xwe bi wî re parve dike û gotina "Min gelek bêriya te kiriye, niha xwezî tu li cem bin bûya" bi kar tîne. akyuz wiha qala kurê xwe dike: "Ev rûmeta me û ya malbata me ye. Kurê min gelek girêdayî malbat û hevalên xwe bû. Min bi xizaniyê ew mezin kir. Xeyala wî ya herî mezin çiya bû. Her tim dixwest li wir be. Kurê min wekî gelek hevalên xwe di riya namûs û şerefê de çû. Dilê me dişewite lê em bi wî serbilind in. Dijminên kurdan zarokên me qetil kirin. Em dimirin lê em ê tu caran ji riya wan venegerin."