WAN - Hilberînerên penêrê bisîrik, mast, rûnê nivîşk, to û hungiv ên ku bivê nevêyên taştêya Wanê ne, ji ber qedexekirina çûyîna zozanan êdî nikarin hilberîneriyê bikin.
Taştêya navdar a Wanê jî nesîbê xwe ji qedexeyên ku li herêmê bi hinceta "ewlehiyê" û operasyonan tim tên îlankirin stend. Ji bo ku penêrê bisîrik, mast, rûnê nivîşk, caciq, to û hungiv li ser sifreyan cihê xwe bigirin divê gelê herêmê biçin zozanan. Lê belê ji ber qedexeyên tên îlankirin gel nikarin dakevin zozanan. Welatiyên ku piştî zivistaneke dûr û dirêj nikarin biçin zozanan, an heywanên xwe difiroşin an wan li malê xweyî dikin an jî berê xwe didin herêmên neberdar. Li vê herêma ku gelek nebat şîn tên û di nav penêr û hwd. de tên bikaranîn, hema bêje mêşvan cih nabînin ku kewarên xwe deyînin.
KÎLOYA GIHA JI 2 LÎREYÎ BÛ 10 LÎRE
Mehmet Ayan ê ku 25 sal in li Çarşiya Penêrvanan penêr û berên şîrî difiroşe, dest nîşan kir ku beriya qedexeyan kîloya penêrê herî baş bi 13 lîreyî bû, lê niha kîloya heman penêrî 25-30 lîre ye. Ayan, diyar kir ku qedexe herî zêde bandorê li ser gihayê ku di nav penêr de tê bikaranîn kiriye û wiha got: "Her wiha kîloya gihayê ku di nav penêr de tê bikaranîn berê 2 lîre bû, lê îro kîlo bûye 10 lîre."
Ayan, diyar kir ku serdema ku ew niha tê de ne serdema herî xerab e. Ayan, dest nîşan kir ku wan berê di serî de Stenbol penêr ji gelek bajaran re dişand. Ayan, anî ziman ku her diçe karê wan ber bi nebaşiyê ve diçe û roj heye ku ew serfetihê jî nakin. Ayan, xwest ku demildest dawî li qedexeya li ser zozanan bê.
GUNDÎ HEYWANÊN XWE DIFIROŞIN
Fevzi Metin ê ku 20 sal in li Çarşiya Penêrvanan penêr difiroşe, anî ziman ku ji ber qedexeyan mirov ji gundên xwe koç dikin û wiha axivî: "Îsal rewş qet nebaş e. Ji ber qedexekirina zozanan gundiyan heywanên xwe firot. Kes li gundan nema, hemûyan koç kir. Ji ber vê penêr kêm bû. Buhayê wê zêde bû û kar kêm bû. Tenê daxwaza me ew e ku demidlest dawî li qedexekirina zozanan bê."
Xwediyê Eywana Taştê ya Bak Hele Bakê Yusuf Konak ê ku 41 sal in vî karî dike û wek "Mûcîdê taştêya Wanê" tê zanîn jî, anî ziman ku li gor berê niha rewşa karê wan ne tu rewş e. Konak, dest nîşan kir ku berê ji bo taştê gelek kes ji deverên cuda yên Tirkiyeyê dihatin Wanê û wiha got: "Niha rewşa me nebaş e. Em pir nikarin penêr, rûnê nivîşk û caciqa Wanê peyde bikin. Heke mirov gundê xwe terikandibin û koçber bûbin, tekane sedema vê bêaramî ye."
‘QEDEXE HEM TURÎZMÊ HEM JÎ TAŞTÊVAN PERÎŞAN KIRIN'
Konak, bi bîr xist ku tenê zozan nehatine qedexekirin gelek herêmên ku bedewiya xwezayê di xwe de dihebînin jî hatine qedexekirin. Konak, dest nîşan kir ku ev rewş bandoreke neyînî li turîstên xwecihî û biyanî dike û wiha got: "2 sal in ku Girava Akdamarayê ji bo îbadetê girtî ye. 2 sal in em nikarin biçin Çiyayê Erekê. Heke ev herêmên bedew serbest bûnan, dê turîstên xwecihî û biyanî qefle bi qefle berê xwe bidanan Wanê. Qedexe tenê bandorê li taştêvanan nekir, di heman demê de li turîzmê jî kir. Ofîsa me ya turîzmê girtiye. Li vî welatî pêdiviya her kesî bi aramiyê heye."
‘HEKE ARAMÎ HEBE DÊ HER KES QEZENC BIKE'
Konak, anî ziman ku ji ber qedexeyan kîloya penêr bûye 30 lîreyî û wiha got: "Hîn em penêrê berê difiroşin. Heke aramî hebûna dê niha di dest me de penêrê nû û teze hebûna. Heke aramî hebe dê gundî jî qezenc bike, dê esnaf jî qezenc bike û dê mirov jî qezenc bikin. Yanî em hemû ji vê rewşê zirarê dibînin."