Dê mêşvan guh nedin qedexeyê û biçin zozanan

SÊRT- Polîtîkayên "ewlehiyê" bandoreke neyînî li "mêşvaniyê" ya ku yek ji çavkaniyên sereke ya aboriya Sêrtê ye dike. Mêşvanên ku her sal diçin zozanan, anîn ziman ku her çi qas qedexe hebin jî ew ê dîsa kewarên xwe bibin zozanan.

Yek ji çavkaniya dahata aborî ya Sêrtê hilberîneriya hunguv e. Niha ev hilberînerî ji ber qedexeya "herêmên ewlehiya taybet" rojên zor û zehmet derbas dike. Mêşvanên ku li zozan û çiyayên ku gelek nebat û kulîlk lê ne kewarên xwe datînin, niha nikarin biçin van herêman. Her wiha mêşvanên ku tekane dahata wan li ser hilberandina hunguv e tînin ziman ku, li gel qedexeyan jî ew mecbûr in ku ji bo hilberandina hunguv biçin wan herêman.

‘QEDEXE HEBE JÎ EM Ê MÊŞÊN XWE BIBIN'

Mahmut Yildiz ê ku li navçeya Tillo ya Sêrtê mêşvaniyê dike, anî ziman ku tenê ew debara xwe bi vî karî dike û wiha axivî: "Tenê bi mêşvaniyê re bilî dibim. Tenê ez debara xwe bi hunguv dikim. Hunguvê vê ernîgariyê xweş e. Ev ji ber xwezaya wê ye. Ji ber vê yekê daxwaz zêde ye. Serdema hunguv vê hefteyê dest pê dike. Em jî heta 1'ê Hezîranê li vir in. Paşê em mêşên xwe dibin navçeya Westanê ya Wanê. Êdî em ê li wir li wan binihêrin. Çimkî xwezaya ku li vir berdariya wê kêm dibe li wri zînde dibe. Lê belê, cihê ku em ê biçinê ji ber herêmên qedexe ne, ji mecbûrî em li nêzî gundan datînin. Ev jî bandoreke neyînî li me dike."

Yildiz ê ku zêdeyî 20 salin mêşvaniyê dike wih got: "Herêm qedexe be jî, em mecbûr in biçin. Çimkî tenê em debara xwe bi mêşvaniyê dikin. Ji ber qedexeyê heke em li wan nenihêrin, dê tiştek bi destê me nekeve."

HERÊMÊN QEDEXE BANDOREKE NEYÎNÎ LI MÊŞVANAN DIKE

Adnan Beydogan ê ku li heman herêmê mêşvaniyê dike jî, got ku ew tim bi mêşan re eleqedar dibin. Beydogan, ragihand ku lênerîna wan zehmet e û wiha got: "Em zivistanê dest bi karê lênihêrîna mêşan dikin û ev heta meha Cotmehê didome. Em heta Hezîranê mêşên xwe li vir radiwestînin. Em li vir êmên wan didin wan. Paşê em kewaran bi cih dikin. 10-15 roj şûn de em ê biçin Westanê. Berdariya ku em ji hunguv distînin girêdayî berdariya xwezayê ye. Xweza çi qas bedew be, çi qas kulîlk hebin hunguv jî ewqas zêde dibe. Ji ber vê em her sal diçin zozanan."

Beydogan ragihand ku, zozan berdartir in û wiha axivî: "Wekî din karekî ku em bikin tune ye. Li vê erdnîgariyê ya tu yê cotkariyê bikî an jî sewalvaniyê. Lê belê, polîtîkayên ewlehiyê bandoreke neyînî li ser fealiyetên me yên aborî dikin. Herêm qedexe be jî em mecbûr in mêşên xwe bibin."