Dozger Serokê ÎHD'ê Raci Bilici re 15 sal ceza xwest

AMED - Der barê Alîgirê Hevserokatiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Raci Bilici de, ji ber xebatên di çarçoveya fealiyetên komeleyê de bi daxwaza ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê doz hat vekirin.

Der barê Alîgirê Hevserokatiya ÎHD û Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Raci Bilici yê ku di 15'ê Adarê de hatibû binçavkirin û di 21'ê Adarê de bi şertê venêrîna edlî serbest hatibû berdan, îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezakirina Bilici tê xwestin. Di îdianameya ku ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat qebûlkirin de, Bilici ji ber axaftinên xwe yên di fealiyet û çalakiyên komeleyê de bi "Endamtiya rêxistinê" tê tawanbarkirin.

Di îdianameyê de, sûcên ku îstinadî Bilici tên kirin, hemû ji guhdarîkirinên telefon û nêvengan pêk tên. Di îdianameyê de "Konferansa Koçberiya Bi Darê Zorê û Vegera Gund" ya ku di sala 2012'an de ji aliyê KCD'ê ve hat lidarxistin û li ser vexwendinê Bilici bû moderatorê wê cih girt. Dozger derpêş kir ku, Bilici li ser fermana KCD'ê bûye moderator. Di 14'ê Tîrmeha 2012'an de ji aliyê KCD û BDP'ê ve bi mebesta "Ji bo Ocalan azadî" li Amedê hat xwestin ku meşeke bi navê "Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" bê lidarxistin, lê belê ji ber mudaxileya polîsna bûyer derketin û di van bûyeran de gelek binpêkirinên mafan xwe dabûn der. Li ser vê Bilici ji bo amadekirina raporê ya der barê binpêkirina mafan de wek çavdêr beşdar bû. Dozger di îdianameyê de derpêş kir ku, Bilici tevlî "çalakiya derqanûnî" ya ku ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatiye qedexekirin bûye. Di îdianameyê de hevdîtinên Bilici yên bi endam û rêveberên ÎHD'ê û di vê mijarê de agahdarkirina Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan wek delîlên sûcî hatin hesibandin.

Dozger, beşdarbûna Bilicî ya civînên çapemeniyê yên ji aliyê KCD'ê hatin çêkirin, daxuyaniyên çapemeniyê yên der barê berdana qeymeqam, leşker û polîsên ku ji aliyê PKK'ê ve hatin desteserkirin, dawîlêanîna operasyonên leşkerî, çareserkirina pirsgirêkên girtî û hikûmxwarin nexweş, hevdîtinên wî yên telefonê yên bi rêveberên STK'yên li Amedê ji bo "endamtiya rêxistinê" wek delîla sûcî hesiband.

LI GOR DOZGER ENDAMTIYA STK'Ê DELÎLA 'ENDAMTIYA RÊXISTINÊ' YE

Dozger ê ku balê kişand ser hin beşên ku tê derpêşkirin aîdî tuzuka KCD'ê ne, di îdianameyê de ev tişt gotin: "Roja bûyerê Raci Bilici Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê bû û ev jî nîşan dide ku di pozîsyona endamtiyê ya ji bo KCD'ê de ye."

BİLİCİ: HEMÛ FEALIYETÊN MIN DI ÇARÇOVEYA XEBATÊN ÎHD'Ê DE NE

Di îdianameyê de îfadeya ku Bilici da dozgeriyê wiha ye: "Hemû fealiyetên ku ez tevlî wan bûme, di çarçoveya xebatên Komeleya Mafên Mirovan de ne. Komeleya ku ez Alîgirê hevserokatiya wê ya giştî me wesfa wê serbixwe û bêalî ye. Niha min ji we bihîst ku ez yek ji delegeyên KCD'ê me. Gelek caran çûm Avahiya Mala Mêvanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku civînên KCD'ê lê çêbûn. Nizanim ku kesayetiyeke KCD'ê ya tuzel heye yan na. Ez KCD'ê wek saziyeke civaka sivîl dibînim."

Dê di meha Mijdarê de doz li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.