COLEMÊRG - Li Geverê, ya ku di dema qedexeya derketina derve de bi hezaran avahiyên wê hatin hilweşandin, welatî baxçeyên xwe yên di nav kavilan de diçînin.
Li Taxa Ormanê ya navçeya Geverê ya ku di bihara 2016'an de polîs û leşkeran bi tang û topan ew hilweşand, niha xweza ji nû ve hêşîn dibe. Welatiyên ku xaniyên wan hatin xerakirin, li şûnwarên xwe yên xerabe dest bi avakirinê dikin û baxçeyên xwe diçinînin.Welatiyên ku di nav hilweşandinê de baxçeyên xwe dikolin anîn ziman ku ew ê bi baxçeyên xwe dest bi avakirinê bikin. Welatiyan balê kişand ser malên bi baxçe û diyar kirin ku baxçe di jiyana wan de xwedî cihekî cuda ne û ew ê dev ji baxçeyên xwe bernedin.
HEM DISTRÊN HEM DIKOLIN
Welatiyên ku hem distrên û hem baxçeyê xwe dikolin, ji ber ku careke din ew û cîranên xwe û baxçeyên xwe gihaştine hev zaf bextewar in. Welatî li baxçe fringî, xiyar, îsot, bexdenûz û marolê diçinînin. Li baxçeyên ku hîn jî şopên şer tên dîtin, welatî êdî naxwazin ew bi rûxandin, qedexe û şer bibin rojeve û dixwazin mal û taxên xwe ji nû ve ava bikin.
BI AXÊ DEST BI AVAKIRINÊ KIRIN
Welatiyê bi navê Abîdîn Bali yê ku mala wî ya du qat hatiye hilweşandin û li ber mala xwe ya hilweşandî baxçeyê xwe dikole diyar kir ku dewlet tehemulî dar, mal, baxçe û navçeya wan nekiriye û ji ber vê hemû hilweşandiye û wiha got: "Di salên 90'î de jî gundê me hilweşandin lê me bi paş ve gav neavêt. Em ê dîsa jî bi paş ve gav neavêjin. Gelê Geverê evîndarê axa xwe ye, ji ber vê bi axa xwe dest bi avakirinê dikin."
Fethi Balaman-dihaber