Banga Sûrê: Em ser didin, lê Sûrê nadin!

AMED - Şêniyên taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê li hemberî xerakirin û talankirina taxan li ber xwe didin. Şêniyên taxan dest nîşan kirin ku bi tu awayî ew ê dev ji malên xwe bernedin û wiha gotin: “Malên me mîrateyên dê û bavên me ne. Em dev jê bernadin û naçin cihekî din. Em ê serê xwe û bedena xwe bidin, lê em nahilin Sûr a me û malên me bên xerakirin."

Li Sûra Amedê ya xwedî dîroka nêzî 7 hezar sal ji aliyekî di bin navê “qedexeya derketina derve” tê hilweşandin û li aliyê din jî niha di bin navê “bajarvaniyê” de taxên wê Alîpaşa û Lalebey di hedefa xerakirinê de ne. Rayedarên dewletê bi darê zorê dixwazin şêniyên Alîpaşa û Lalebeyê derbikevin û dest bi xerakirina taxan bê kirin. Li aliyekî navçeyê bi betonan avahî tên bilindkirin û li aliyekî jî mal û îbadetxaneyên pîroz û dîrokî tên xerakirin.

Di nav meheke dawî de ev bû gelek car bang an jî anonsên “Taxan vala bikin” tên kirin û li gel vê yekê jî şêniyên taxan bi qutkirina av û ceryanê tên tirsandin. Li gel hemû bangan û xwestina derxistina ji taxan a malbatan jî welatî dest nîşan dikin ku ew ê li ber xwe bidin û dê ji malên xwe dernekevin. Şêniyên taxan bi awayekî tund li hemberî koçberkirinê nerazîbûn nîşan didin û bangê li hemû saziyên netewî û navnetewî dikin ku guh bidin dengê wan.

‘SÛR MÎRATEYA DÊ Û BAVÊN ME YE’

Dayika 70 salî Naşîde Uyanik a ku ji gundê Helhela Hezroyê koçî Sûrê kiriye, li gel temenê xwe yê zêde jî dibêje ew ê li hemberî talankirinê li ber xwe bide û wiha nerazîbûn nîşanî xerakirinê da: “Ez ê ji bo Sûrê û mala xwe her tiştî bikim. Ez mala xwe nadim. Malên me xera bikin jî, me bikûjîn jî ez ê mal û milkê xwe nedim. Bi darê zorê me ji malê me derdixin. Sûr a me ye. Ev der warê bav û dayikên me ye. Em ê mîrateya wan nedin û xwedî lê derbikevin.”

‘DIXWAZIN BÎRANÊN ME HILWEŞÎNIN’

Li her bihosta kolanên Alîpaşa û Lalebeyê welatî li dijî talankirinê di nav teyaqûzê de ne û bi hêrsek mezin li ser piya ne û ji her awirê wan nerazîbûn xwe didin der. Yek ji van awirên bi bertek jî ya jina ciwan a bi navê Murvet Saylik a 23 salî ye. Saylik dest nîşan kir ku, ew li Sûrê hatiye dinê û li wir mezin bûye û got: “Bila her kes bizanibe ku yên dev ji Sûrê berdidin û diçin dê neyên efûkirin. Çunkî Sûr heta îro gelek mirovahiyê û mirovan di nav dilê xwe de xwedî kir û malovaniyê ji wan re kiriye. Lê niha dora me ye ku em li xwedî Sûrê derbikevin.”

Saylik da zanîn ku hemû emrê wê li nav kolanên Sûrê derbas bûye û wiha berdewam kir: “Av û ceryanê dibirin bila bibirin ne xema me ye. Lê em ê dîsa jî li vir bijîn. Dixwazin hemû bîranên zarokatiya me bi kepçeyan xera bikin. Kes nikare me ji vir biqewirîne. Cihekî em biçinê tune ye. Mirovên Sûrê nikarin li cihekî din bijîn. Divê ku hemû kes piştgiriya me bike.”

‘EM NAXWAZIN KU DÎROKA BIDIN HIN KESÊN DIN’

Welatiyê bi navê Ugur Kaya (25) yê ku li Sûrê hatiye dinê û mezin bûye jî wiha got: “Armanca vê projeyê ew e ku feqîran derbixin û dewlemendan bînin li Sûrê bi cih bikin. Ez naxwazim dîroka min ji min bistînin û radestî hin kesên din bikin. Ev nayê qebûlkirin. Hemû derd û êşên Sûrê me kişandiye. Lê niha jî me derdixin. Em ê dev ji bîranînên xwe bernedin û neçin tu devereke din. Bi ser serê me de jî xera bikin em ê neçin. Bicihkirina hin kesên din çi qas exlaqî, mantiqî û wîjdanî ye.”

‘EM Ê SERÊ XWE BIDIN, LÊ EM MALÊ XWE NADIN’

Mevlût Dagtaş (64) ê ku di sala 1975’an de ji gundê Sîsê yê Licê hatiye û li Taxa Alîpaşayê bi cih bûye jî bi bîr xist ku ew bi darê zorê ji malên xwe tên derxistin û ev tişt gotin: “Em ne malên xwe difiroşin û ne jî em dihêlin malên me xera bikin. Em ê ji malên xwe dernekevin. Min bav û birayê xwe li vir winda kiriye û spartiye axê, em ê çawa ji malên xwe derbikevin. Kesên ku av û ceryana me dibirin ma qet ji mirovahiyê para xwe negirtin e. Qet merhamet di dilê van rayedaran de tune ye. Me hemûyan bikujîn jî, lê dîsa jî em ê dernekevin. Em ê serê xwe û bedena xwe bidin, lê em malê xwe nadin. Dixwazin bila bên me bi tank û topên xwe bikûjin û cenazeyên me derbixin.”

Bîlal Guldem/Azîz Oruç - dîhaber