ENQERE - Endamê Platforka Heq û Edaletê Enes Atilla Pay, 3'emîn Kongreya AKP'ê nirxand û xwestin civaka îslamê xwe ji yozbûna îktîdarê rizgar bike. Pay, anî ziman ku AKP di xwe de guhertinê nake û xwest bi rastiya xwe re rûqalî hev bibe. Pay, anî ziman ku AKP ji bo hebûna xwe OHAL'ê diparêze.
AKP'ê 3'emîn Kongreya xwe ya Awarte pek anî. Di kongreyêde peyamên "reform", "demokrasî dan. Dîsa dubare kirin ku dê OHAL berdewam bike. Ji bo HDP'ê jî got "Ev rojên wan ên baş in" Ji bo tevgera gelê kurd jî got "Dê tune bibin". Di kongreya AKP'ê de Serokomar Erdogan bû serokê AKP'ê. Dîsa ji gotinên xwe yên "Yek dewlet, yek millet, yek al û yek ziman" venegeriya. Piştî kongreyê kesên muhafazakar ên ola îslamê bertekên xwe anîn ziman. Endamê Platforma Heq û Edaletê Enes Atilla Pay, bertek nîşanî peyamên ku derketin pêş dan û xwest AKP ji yozbûna îktîdarê vegere û bi rastiya ola îslamê re bê rûqalî hev. Atîlla Pay, anî ziman ku AKP êdî bûye partiya jakoben û wiha got: "AKP bi dengê reng û baweriyên cuda yên civakê bû îktîdar. Piştî bû îktîdar dest bi înkara reng, bawerî û nasnameyên cuda kir. Piştî dem der bas bû, xwe xist rewşa baxçeyê pişt dewletê. Bû partiya jakoben. Ev rewşa AKP'ê bi kongreyê edî teqez bû. Bi rêgezên yek yek yek êdî bû partiya dewletê.
AKP teslîmî yek al, yek ziman, yek netew û yek miletî bû. Em dibînin ku piştî Erdogan bû Serokê AKP'ê êdî hemû endam û rêveberên wê jî bi awayekî dildar teslîm bûn.
'AKP OHAL'ê ji parastina xwe û yekitiya Dewletê diparêze
Pay, destnîşan kir ku bi ve helwest û sekna AKP'ê ne pêkan e ku demokrasî û çareserî pêş bikeve û wiha got: "Ji bo ku guhertin pêk bê divê guhertin bê kirin. Lê hemû nexşerêya AKP'ê ber bi îktîdarê ve diçe. Ji bo guhertinê divê deng û daxwazên civakê li ber çavan bê girtin. AKP di polîtikayên kurdan de li 100 salên berê vegeriya. Di mijara pirsgirê kurd de tiştekî ku AKP bide civakê tune ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêdivî bi guhertinek nû û gavên nû heye. Pêdivî bi aştî û demokrasiyê heye. AKP ji ber ku dizane paşve diçe OHAL îlan kiriye û OHAL'ê ji bo paratina hebûna xwe û yekitiya dewletê diparêze."
Pay, destnişan kir ku AKP hêza ku li dijî kemalîzmê têdikoşe bi rêxistin kir û bû îktidar û niha jî vê hêzê ji bo paratina îktîdar û koltuka xwe dixebitine. Pay, bang li civaka îslamê kir û xwest li ol, paşeroj û rastiya xwe xwedî derkevin. Divê ji yozbûna AKP’ê re bêjin bes e. Divê êdî civaka îslamê berpirsiyariyê bidin ser milê xwe.