ENQERE - Kolana Yukselê ku Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça çalakiya greva birçîbûnê lê dardixin ji aliyê polîsan ve hat girtin.
Kolana Yukselê ku Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça çalakiya rûniştinê ya roja 196’emîn û çalakiya greva birçîbûnê ya 76’emîn lê dardixin ji aliyê polîsan ve hat girtin. Kolanên Selanîk, Karanfîl û Konur bi TOMA û bariyeran hat girtin.
Duh welatiyên piştgirî dan Gulmen û Ozakça 3 caran rastî êrîşê hatibûn. Piştevan li erdê hatin kaşkirin, pê li serê wan hatibûkirin û kesên hatin binpêkirin di wesayîta polîsan de rastî êrîşa gaza îsotê hatibûn. Piştre parlamenterên HDP û CHP’ê li bir Abîdeya Mafê Mirovan dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn û di saetê şevê de ji bo sibê carekdin çalakiyê pêk bînin bi dawî kiribûn.
Girtina Kolana Yukselê ku yek ji cihên navendî yên Enqereyê ye, rastî nerazîbûnên esnafan hat.