MÊRSÎN - Rojnameger Fatma Olmez, ku 6 mehan girtî ma tiştên di girtîgehê de jiyan vegot. Olmez, ku îşkence, zext, êrîş û êrîşên zayendî yên binpêkirinên mafan vegot diyar kir ku deme ew li dijî vana derdiketin gardiyanan ji wan re digot: “We hîna tacîz ne dîtiye. Dema me hûn birin kampusê hûn tacîz çiye bibînin.”
Li Mêrsîn di 12’yê Kanûna 2016’an de li dijî HDP’ê operasyona binçavkirinan hat li darxistin, di çarçoveya vê operasyonê de xebatkara Radyoya Ses a bi KHK’ê hat giritn Fatma Olmez jî hat binçavkirin û 6 mehan li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê ma. Olmez tiştên li girtîgehê jiyaye û şahidiya wê kiriye vegot. Olmez, da zanîn ku girtin trajediyên bi kenin û tiştên li girtîgehê tên jiyîn ‘derveyî mirovahiyê’ ne.
Olmez, diyar kir ku ji ber berguhka ji bo weşanê bikar tîne û mikrofon wekî “kesê meş û çalakiyê organîze” dike hatiye nîşandan û wiha got: “Ev biryarek siyasiye û hemû aliyên muxalif ji vê para xwe girtine. Îktîdar ditirse ji ber wê ev qas girtin çêdibin.”
'EM Ê NÎŞANÎ WE BIDIN KU TACÎZ ÇIYE’
Olmez, bal kişand ser pêkanînên girtîgehê û wiha pêde çû: “Dema em ji bo hevdîtin, revîr û hevdîtina telefonê dibirin gardiyanan dixwes lêgerînê pêk bînin. Di bin navê lêgerînê de helwdidan me tacîz bikin. Dema li hemberî vê derdiketin gardiyanan gef li me dixwarin. Gardiyanan ji me re digotin; ‘We hîna tacîz ne dîtiye. Dem me hûn birin kampusê hûnê tacîz çiye bibînin. Em ê li kampusê çi bixwazin li we bikin’.”
‘JI BER SILAVEKÊ MEHEK CEZAYÊ HUCREYÊN DAN’
Olmez, di kawişa 35 kesî de 55 kes diman û wiha axivî: “Maneyên me li pêş çavên me dihatin dirandin. Dîsa di dema hevdîtinê de ne dixwestin ku em silav bidin kesên derveyî malbatê ne. Dema me silav dida yekê din derbarê me de girtename dihat giritn û mehek cezayê hucreyê dihat dayîn. Dema em dibirin hevdîtin, hewşê yan jî revîrê gardiyanan ji me re digotin ‘em li kampusê fêrî teknîşkên pevçûnê dibin. Dema me hûn birin kampusê hûnê ji me re lazim bin’. Ezê ji cihê mayîme têkoşîna xwe bidomînim.”