REQQA – Li bajarê Tebqayê nasnameya endamê DAIŞ'ê yê Tirk hate dîtin. Berê jî gelek caran di nava komên DAÎŞ'ê de nasnameyên welatiyên Tirk hatibûn dîtin.
Piştî rizgarkirna bajarê Tebqayê ku yek ji navendên mezin ên DAIŞ'ê ye û bargeheke perwerdeya çeteyan bû, gelek belgeyên ku têkiliya Tirkiêy bi çeteyên DAIŞ'ê re isbat dikin, têne dîtin. Di encama xebatên lêgerînê ya şervanên QSD'ê ku li bajar pêk tînin, nasnameya endamekî DAÎŞ'ê yê eslê wî Tirk hate dîtin. Beriya niha gelek caran belgyên ku têkiliya Dewleta Tirk bi DAIŞ'ê re isbat dike hatin dîtin.
Li gorî nûçeya ANHA, belgeya hatiye dîtin nasnameya endamekî DAÎŞ'ê ku bi eslê xwe ji Tirkiyê ye û li Almaniya hatiye dinê.
Nasnameya çete wiha ye: Nav û paşnav : Murat Demir. Bajar nevşehîr, navçeya Avanos. Cihê û dîroka ji dayik bûnê: 18/1/1983 Herford/ Almaniya. Dîroka nasneme hatiye girtin: 3/9/2014. Yek ji rêgezên dewleta Tirk ew ku wêneyên nasnameyê yên welatiyan bê rih werin girtin, lê di nasnameya wî çeteyî de ruh dirêje û tîpî wî nîşan dide ku ji mêj ve di nava çeteyan de tevdigere.