Kepçeyan li Sûrê dest bi hilweşîna xaniyan kir

AMED - Li taxên Alipaşa û Lalebey yên Navçeya Sûrê kepçeyan di çarçoveya projeya hikûmetê ya "Veguhertina bajar" de dest bi hilweşîna avahiyan kirin. Gelek polîs, bi maşîneyên zirxî ketin taxê û dest bi xerakirina avahiyên li taxê kirin.

Îktîdara AKP'ê di çarçoveya projeya "Veguhertina bajar" de li taxên Alipaşa û Lalebey yên navçeya Sûrê dest bi hilweşandina xaniyan kirin. Tevî ku şeniyên taxan bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew dê destûr nedin jî dîsa maşîneyên zirxî û kepçe di bin dorpêç û parastina polisan de ketin taxê. Kepçeyên ku di bin dorpêça polîsan de ketin taxê dest bi hilweşînê kirin. Rayedarên dewlet û hikûmetê mehek e gelê Sûrê bi qutkirina av û ceyranê tehdît dikir û zor li şêniyan dikir ku taxan vala bikin. Şêniyên taxê tevî dorpêça polîsan dîsa hewl didin ku bibin asten û destûr nedin xerakirina xaniyan. Rageşiya li taxê didome.