ENQERE - Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku şevê din li mala xwe ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin derxistin pêşberî dadgehê. Polîsan piştgirên kombûne ji edliyeyê derxistin.
Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên ku ji bo vegerin ser karê xwe dest bi greva birçîbûnê kirin di roja 76’emîn a grevê de, di serdegirtina polîsan a malên wan ên Enqereyê de hatin binçavkirin û ji bo ji aliyê dozger ve îfadeyên wan bên girtin derxistin Edliyeya Enqereyê. Dozger destpêkê îfadeya Ozakça girt. Nuriye Gulmen jî li koridora edliyeyê tê sekinandin.
Gelek welatî ji bo piştgiriya Gulmen ve Ozakça hatin ber Edliyeya Enqereyê. Polîsan jî got “fermana dozger heye” û welatî ji edliyeyê derxistin. Polîs destûr nadin ku xebatkarên çapemeniyê jî nêzî koridora ku Gulmen û Ozakça lê tên rawestandin bibin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Gulmen û Ozakça di roja 76’emîn de didome.