Waliyê Êlihê 25 hezar û 424 TL ceza li kesên beşdarî daxuyaniyê bûn birî

ÊLIH - Waliyê Êlihê li 56 kesên beşdarî daxuyaniya KCD, HDP, DBP û TJA'yê bûn bi hinceta “muxalifa qanûna kabahatê kirine" bi giştî 25 hezar û 424 TL cezayê pereyan birî.

KCD, HDP, DBP û TJA'yê di demên cuda de daxuyanî dabûn çapemeniyê. Waliyê Êlihê li 56 kesên beşdarî daxuyaniya KCD, HDP, DBP û TJA'yê bûn bi hinceta “muxalifa qanûna kabahatê kirine" bi giştî 25 hezar û 424 TL cezayê pereyan birî. Walitiya Êlihê li 56 kesên ku di navde 2 endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî hene bi giştî li 56 kesan bi hinceta "Muxalefetiya Qanûna Kabahatan kiirey" ji bo 2 caran 227 TL bi giştî 25 hezar û 424 TL cezayê pereyan birî. Walîtiyê di 9'ê Gulana 2017'n de teblîgat ji welatiyan re şand û diyar kir ku heta daxuyaniyên 26'ê Nîsanê ji aliyê walitîyê ve suc hatiye dîtin.

EM VÊ YEKÊ QEBÛL NAKIN

Hevserokê DBP'ê yê Êlihê Abdulbari Karaagaç, diyar kir ku bi îlana OHAL’ê û derxistina KHK’ê re erka walîtiyêzêdetir kirine û heta 26'ê Nîsanê li hemû daxuyaniyên wan ceza birîne. Karaagaç, anî ziman ku ew vî cezayî qebûl nakin û dê îtîraz bikin.