AMED - 2'emîn rûniştina Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel li 5'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Demîrel, dîsa nehat berdan û rûniştina dozê taloqî 14'ê Tîrmehê hat kirin.
2'emîn Rûniştina doza Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dozger der barê Çaglayan de bi hinceta, beşdarî 11 daxuyanî û meşên di navbera salên 2015-2016'an de bûye lêpirs vekiribû. Dozger bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê kirine" ji Demirel ji 10 salan heta 23 salan cezayê girtîgehê xwest.
Demîrel, ji ber nexweşiya xwe ji Girtîgeha tipa F a Hêjmar 1 a Kocaeliyê bi riya SEGBİS beşdar nebû. Parêzerên Demîrel Reyhan Yalçındag Baydemir, Mesut Beştaş û Mehmet Emin Aktar amade bû. Dîsa Serokwekîlê Komaü HDP'ê Ahmet Yıldirim, parlamenterê HDP'ê Ziya Pir û Feleknas Uca, Nihat Akdogan, Lezgin Botan, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven reveberên HDP'ê û gelek kesên din li salonê amade bûn. Dozger di rûniştinê de xwest Demirel girtina Demîrel berdewam bike.
Prz. Reyhan Yalçındag Baydemir jî îdîayên der barê Demîrel de red kir û xwest Demirel serbest bê berdan.
Parêzer Mesut Beştaş jî anî ziman ku hemû axaftina Demîrel li ser çareseriya siyasî ye û darizandina wê li dijî zagon û hiqûqê ye.
Parêzer Mehmet Emin Aktar jî anî ziman ku wekîlên HDP'ê li dijî mijaran tên darizandin û darizandinên wan bi tevahî siyasî ne û xwest Demîrel serbest bê berdan.
Heyeta dadgehê piştre bi şertê girtî bê darizandin rûniştina doza Demîrel taloqî 14'ê Tîrmehe kir.