Di heqê Çîler de biryara 'Bi zorê bînin' dan

ENQERE - Di doza 28’ê Sibatê ya li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin de, der barê Serokwezîra wê demê Tansu Çîller de biryara "Bi zorê binin" dan.

5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, biryar da ku Seroka Giştî ya DYP’ê û Cigira Serokwezîrê ya wê demê Tansu Çîller ku bi sifata “mexdur-şahid” di doza 28’ê Sibatê cih digire bi zorê bînin rûniştina 18’ê Tîrmehê. 88’emîn rûniştina doza 28’ê Sibatê ku 5 salin berdewam dike îro hat dîtin. Cigira Serokwezîrê wê demê Tansu Çîller ji bo şahidiye bike bi dehan caran jêre müzekker hat nivîsandin û biryara ger neyê dê bi zorê bînin hat dayîn dîsan bi hinceta li derveyî welate tevlî dozê nebû. Di dozê de piştî navberek kurt Serokê Dadgehê Mustafa Yîgîtsoy biryar da, hinceta Çîller red kir û biryara bi zorê anînê da. Yîgîtsoy da zanîn ku ew ê di rûniştan 18’ê Tîrmehê de Çîller guhdar bikin û wan biryara bêewlehiya dadgehê jî redkirine.