Ji bo Gulmen û Ozakça daxwaza girtinê: Em ê berxwedana xwe bidomînin

ENQERE - Nuriye Gulem û Semîh Ozakça yên ku 76 rojin di greva birçîbûnê de ne bi daxwaza girtinê sewqî dadhegê hatin kirin. Gulmen got “Dê têkoşîna me li hundir jî bidome. Em baş û dê baş bibin.”

Nuriye Gulem û Semîh Ozakça yên ku 76 rojin di greva birçîbûnê de ne duh di serde girtina malên xwe yên Enqereyêde hatin binçavkirin piştî afadeya wan li sozgeriyê hat girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Hat zanîn ku derbarê Ozakça û Gulmen de ji be çalakiyên berê 2’yê Gulanê de dosyayek cuda heye, ji be çalakiya rûniştin û greva birçîbûnê ya beriya 2’yê Gulanê li dijî malên wan operasyon hatiye lidarxistin.

Dozger ji Ozakça yê ku destpêkê îfade da re pirsa “We dîmeken ku gitar lê dixî û steran dibêjî li ser tora civakî belavkiriye. We kima ev dîmen li ser malpera Facebookê ya Eniya Kedkarên Cemaweriyê belav kiriye?” pirsî. Ozakça li ser vê yekê bersiva “Mi li ser hesaba xwe parvekir ji ber ku yê stran dibêje ezim. Hûn li şûna li ku hatiye parvekirin li naveroka dîmen temaşe nakin?” da.

GULMEN: EM BI HEMÛ CEBILXANEYA XWE MIROVIN

Piştî îfadeya dozgeriyê Gulmen a li benda biryarê bû daxuyaniyek da. Gulmen endamê ÎRA’yê û çalakvanê greva birçîbûnê Bobby Sands bibîr xist û wiha got: “Gotinek Bobby Sands dibêjim û dîsan dê bêjim; em bi hemû cebilxaneya xwe mirovin. Îfadeyên me hatin girtin. Em li benda biryara dozgeriyê ne. dozger pirs ne pirsî. Em dizirin ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê bên kirin. Ji ber ferman ji cihê bilind hatiye diyar bû. Dikarin me bigirin, ligel k udi destê wan de delîlek jî tune ye dikarin îro vê bikin em dizanin. Lê em ê li girtîgehan jî bindestiyê qebûl nekin. Ji ber wê bêçare ne. Berxwedan dê ji bo me li hundir bidome. Em başin û dê baş bibin. Ji hemû kesî re heskirin û silav dişînim.”


LI BER DERIYÊ EDLIYEYÊ REWŞA DAWÎ

Welatiyên ji aliyê polîsan ve bi zorê ji korîdorên edliyeyê hatin derxistin, sekna xwe ya li ber edliyeyê didomînin. Li aliyê din polîsan li ber edliyeyê ewlehiyek berfireh giritn û bi sedan TOMA li derdora edliyeyê hatin bicihkirin.

Parlamenterên HDP’ê Mahmut Togrul û Behçet Yildirim jî ji bo piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça hatin ber deriyê Edliyeya Enqereyê.