AMED - Bavê parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, mamosteyê teqawît Fehmî Tanrikulu yê 79 salî duh êvarê jiyana xwe ji dest da.
Bavê parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, mamosteyê teqawît Fehmî Tanrikulu yê 79 salî duh êvarê li mala xwe ya li Amedê jiyana xwe ji dest da. Tanrikulu yê di 1937'an de li navçeya Pasûrê ya Amedê ji dayik bûbû dibistana seretayî li gundê Agaçli xwend, piştre di 1955'an de Dibistana Mamosteyan a Gund a Pîranê qedand.
Tanrikulu ji 1967'an vir ve li linavenda Amedê mamostetî kir û piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'an teqawît bû û piştre jî hesabgirî kir.
Cenazeyê Fehmî Tanrikulu dê sibehê li gundê Agaçli ya Pasûrê bê definkirin.