Heyeta KCD, TJA û HDP'ê serdana gora Newşîrwan kir

SILÊMANÎ - Heyeta nûnerên KCD, TJA û HDP'ê, li bajarê Silêmaniyê gora Serokê Tevgera Goran ziyaret kir û gul danîn ser gorê.

Heyeta Nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo sersaxiya Newşîrwan Mistefa serdana bajarê Silêmaniyê kirin. Heyet hem çûn taziyê hem jî serdana gora Serokê Goran kirin û destegul danîn ser gorê. Heyeta Bakûrê Kurdistanê ji Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Nadir Yildirim, Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier, Endama rêveberiya TJA'ê Ayşe Gokkan, Nûnerê HDP’ê yê Başûrê Kurdistanê Abid Îke pêk dihat ziyaret pêk anîn. Heyetê piştî destegul danîn ser gora Newşîrvan Mistefa Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Nadir Yildirim axivî û got: “Wefata Kak Newşîrwan Mistefa ne tenê ji bo Tevgera Goran wendahiyek bû, ji bo Başûrê Kurdistanê, ji bo çar parçeyên Kurdistanê û hemû Kurdên azadîxwaz û têkoşeran jî wendahiyek bû.”
Nadir Yildirim got: “Em li ser navê HDP û hemû Kurdên Bakûrê Kurdistanê sersaxiyê ji malbata Newşîrvan û Tevgera Goran re dixwazin.” Nadir Yildirim gotina xwe wiha bi dawî dike: “Tişta em ji Kak Newşîrvan Mistafa fêr bûne, pêwîste em hemû xewn û xeyalên şehîd û têkoşerên Kurdistanê pêk bînin.”