WAN - Derket holê ku li Elbakê mamoste Mustafa S. ê ji ber li dijî xwendekara xwe îstîsmara zayendî pêk aniye hatiye girtin. Îstîsmara ku di demek kurt de li navçeyê belav bû, 13 rojin Qeymeqam, Serokê AKP’a navçeyê û Midûrê Perwerdehiya Neteweyî yê navçeyê hewl didin bûyerê bincil bikin.
Derket holê ku li Elbaka Wanê mamosteyê bi navê Mustafa S. ji ber li dijî xwendekara xwe îstîsmara zayendî pêk aniye hatiye girtin. Beriya 12 rojan dema xwendekaran ji mamosteyên din re gotin Mustafa S. hatiye binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve ji ber sûcê “îstîsmarê” hatiye girtin û ew şandine Girtîgeha Tîpa M a Wanê.
ÇAPEMENÎ HAT BÊDENGKIRIN
Xebatkarên çapemeniyê yên di roja yekem de ji bûyerê agahdar bûn, bi gotina “dê tiştek were serê me” nûçe ne çêkirine û hat îdîakirin bi armanca li ser bûyerê de bigirin burokratên navçeyê, qeymeqam û Midûrê perwerdehiyê di 16’ê Gulanê de li avahiya şaredariyê civînek li darxistine. Midûrê dibistanê yê ku me xwest agahî jê bigirin, agahî nedan û hat zanîn ku zaroka rastî êrîşê hatiye ji dibistanê hatiye girtin.
AGAHÎ LI HEMÛ NAVÇEYÊ BELAV BÛ
Di demek kurt de agahiya bûyera k udi çameneiyê de nehat dîtin li tevahiya navçeyê belav bû. Hat diyarkirin ku bavê zaroka rastî îstîsmarê hatiye cerdevana û piştî bûyerê bi telefonê li Serokê AK Partiya navçeyê Mugdat Saruhan geriyaye. Hat destnîşankirin ku Saruhan hewl dide ser bûyerê bigire. Mustafa S. di îfadeyên li midûryet û dozgeriyê de sûcdariyên derbarê xwe de redkirin, xwest ji îstîsmarê re qilifekê bibîne û got ku demafîlm temaşe dikirin xwendekar rabûye ser piyan û ketiye himbêza wî. Mustafa S. îdîakir ku ji bo xwendekara wî ne tires destê wê giritye.