NAVENDA NÛÇEYAN - Aktorê Manchesterê Mîchael Enrîght ê di nava refên YPG’ê de ye derbarê êrîşa li dijî welatê wî de peyamek şand û wiha got: “Ez niha li ser riya Reqayê me, ez ê neyêm rehmê û ez ê li Reqayê Manchesterê bînim bîra xwe.”
Aktorê Îngilîz şervanê ypg’Ê Mîchael Enrîght, ku niha li eniya rojhilat a Reqayê ye derbarê êrîşa li bajarê Manchesterê ku 19 kesan jiyana xwe ji dest da û 50 kes birîndar bûn de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF9 re axivî. Enrîght, diyar kir ku şervanên YPG’ê li dijî rêxistinên nebaş şer dike û ji her kesî xwest ku di şer de piştgiriyê bidin wan.
Enrîght, da zanîn ku ew ê biçe Reqayê, li wir di şer de li dijî çeteyan neyê rehmê û wiha got: “Li Reqayê, wê Manchester bê bîra min. Ez hînî mirinê û êrîşên terorîstî bûme, lê belê dema ev yek li Manchesterê pêk hat, hingî wateyek gelek cuda derdikeve holê. Aliyê ku herî zêde mirovan dêşîne jî, tişta ku vê êrîşê bi serê zarokan aniye ye. Mirov ji bo kêf û şahiyê bi malbat û hevalên xwe derdikevin derve, lê komkujî li wan tê kirin. Ji bo çi? Tenê ji bo nebaşiyê. Bang li gelê Manchesterê, yê Îngilîstanê û mirovên li her deverên din dikim; piştgiriyê bidin me. Em bi we re ne û em ji we hez dikin. Em vî şerî dibin mala wan. Dema çûm Reqayê, ez ê ne li benda rehmê bim û ez ê li wan jî neyêm rehmê. Ez dikarim soza vê yekê bidim. Wê Manchester bê bîra min.”