Şervanên Enternasyonalîst: PDK'ê em 8 rojan dîl girtin

SILÊMANÎ - Şervanên YPG'ê yên enternasyonalîst ên Amerîkî Anthony Delgatto (Rustem Fist) û Damien Rodriguez (Şêrzad Azad) ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve dîl hatin girtin û 8 rojan di destê PDK’ê de man, diyar kirin ku PDK, ew 8 rojan li Hewlêrê girt û wiha gotin: "Ji bo em carek din neyên em dîl girtin û dest anîn ser pereyê me."

Şervanên YPG'ê yên ji aliyê PDK'ê ve dîl hatin girtin ji nûçegîhanê ROJ Newsê Sîa ALî re axivîn. Şervanên YPG'ê yên enternasyonalîst ku eslê xwe Amerîkîne Anthony Delgatto (Rustem Fist) û Damien Rodriguez (Şêrzad Azad) yên ku li Rojavayê Kurdistanê demek bû di nava refên YPG'ê de li dijî DAIŞ'ê şer dikirin û dema ku di xwestin vegerin welatê xwe ji aliyê asayîşa PDK'ê ve li nêzî Hewlêrê hatin girtin ji ROJ News'ê re axivîn. Şervanan behsa armanca xwe ya beşdarbûna YPG’ê û herî dawî jî bûyera girtina xwe ya ji aliyê PDK’ê ve kirin. Şervanên YPG'ê yên enternasyonalîst diyar kirin ku divê PDK siyaseta xwe biguhere û gotin; 'Yên dixwazin bên şerê DAIŞ'ê bikin, ditirsin ku dema hatinê de PDK wan bigire.”

KURD PÊŞENGIYA ŞERÊ LI DIJÎ DAÎŞÊ DIKIN

Şervanê YPG'ê yê enternasyonalîst Anthony Delgatto (Rustem Fist) diyar kir ku Kurd pêşengiya şerê li dijî DAIŞ'ê dike û got: "Ez berê 4 mehan ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê çûm Rojava. Beriya wê jî ez 6 salan di nava artêşa Amerîka de mam. Min li gel Kurdan peywendî sazkir û naskirina min çêbû. Kurd pêşengiya şerê li dijî DAIŞ'ê dikin. Her wiha ji warê hewayî de Amerîka û hêzên koalîsyonê alîkariya wan dikin. Ji ber vê yekê min xwest bêm û alîkariya Kurdan bikim. Min zanî Kurd hevpeymanên Amarîka ne. Bi hev re şerê li dijî DAIŞ'ê dikin." Delgatto ji bo hebûna xwe ya nava YPG’ê jî got, di her aliyekî de ji bo wî ezmûneke nû bûye û wiha pêde çû: “Ji bo min di her aliyekî de ezmûenkî nûbû. Min gelek tiştên nû dîtin. Li Tebqayê beşdarî 8 operasyonan bûm. Gelê Rojavayê Kurdistanê zehf rêz didan min û xweş nêzîkê min dibûn.

PDK 8 ROJAN EW DÎL GIRTIN

Degaltto, destnîşan kir ku di dema vegera ji Rojava de ji aliyê PDK’ê ve hatine desteserkirin û wiha pêde çû: "Piştî ku operasyona Tebqayê bi dawî bû, min hewl da vegerim Amerîkayê. Ji bo vê yekê li gel çend kesên din hatim Başûrê Kurdistanê. Lê seytereyekî nêzî Hewlêrê ya PDK'ê em girtin û ji me re negotin, me ji ber çi we girtiye. Nêzî 8 rojan em xistin girtîgehê. Me nezanî ji ber çi wiha kirin.”
Şervanê Enternasyonlîst Anthony Delgatto diyar kir ku divê gelê Kurd bihevre kar bikin û wiha pêde çû: “Em dixwazin hemû Kurd bi hev re bixebitin. Her wisa Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bi hev re bixebitin.”

Anthony Delgatto diyar kir ku PDK’ê tiştên wan şikandine û wiha axivî: “Me ne zanî çima em li nezî Hewlêrê hatin girtin û pirgirêk çiye. Tiştên me şikandin û me avêtin girtîgehê de. Hemû pereyên ser me ji me sitandin û piştre jî li me nezivirandin. Li ser şofêrê wesayîta me de qîr dikirin û ew hîna jî di girtîgeha Hewlêrê de ye. Anthony Delgatto diyar dike ku ji derveyî ev bûyera nexweş ya li Başûrê Kurdistanê jiyan kirine gelek tiştên xweş ji çanda Kurdan fêr bûne û got: “Ji derveyî vê bûyera li Hewlêrê hat biserê me de em gelek tiştên baş li Rojavayê Kurdistanê fêrbûn. Em bi Kurdan re beşdarî şer bûn. Em gelek tişt ji çanda wan fêrbûn. Gelek kêfxweşim ku dema vedigerim malê ev tiştên xweş yên Rojavayê Kurdistanê ji derdora xwe re behs bikim.”

DAÎŞ DIJMÊN KURDAN EWROPA Û DYA' YE

Anthony Degaltto di berdewama axaftina xwede wiha got: "Ez dixwazim tiştekî din bêjim, DAIŞ dijminê Kurda ye, dijminê Ewropa ye û dijminê Amerîka ye. Gelek kes ji Ewropa , Brîtanya û Amerîka dixwazin bên vir, di nava refên YPG'ê de li dijî DAIŞ'ê şer bike. Lê beşek ji wan şervanên biyanî ji aliyê PDK'ê ve tên girtin. Ewên ku dixwazin bên, ditirsin ku ji aliyê PDK'ê ve bên girtin.

Pirs eve ku çima yên dixwazin bên Kurdistanê digrin? Evane dixwazin li gel Kurdan şerê DAIŞ'ê ku dijminê mirovatiyê ne bikin. Gelek kes hene dixwazin bên, lê çima divê werin girtin? Hêvîdarim ku ev pirsgirêk nemîne. Ewên weke şervanên dildar tên, divê alîkariya wan bê kirin. Pirsgirêkan ji bo wan çênekin û desteser nekin." Şervanê YPG'ê yê enternasyonalîst yê ji Amerîka Anthony Delgatto (Rustem Fist) axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hatina me ya Rojavayê Kurdistanê ji bo me şerefek bû. Me di anva refên YPG’ê de li dijî DAIŞ’ê şer kir. Şervanên YPG’ê gelek jêhatîbûn. Min gelek şervanên YPG’ê dît, tevî ku birîndar jî dibûn, dîsaa şer dikirin, heya şehîd dibûn. Ev yek ji bo min şerefek bû ku min li gel wan li dijî DAIŞ’ê şer kir.”

'ROJEVA EZ GERM PÊŞWAZÎ KIRIM'

Şervanê YPG'ê yê enternasyonalîst yê Amerîkî Damien Rodriguez (Şêrzad Azad) jî ji ajansa me re axivî û got: "Cara yekê ez di Adara sala 2015'an de hatim Kurdistanê. Heya niha ev bû cara sêyem ku têm Kurdistanê. Di dema şerê Kobanî de min nûçe dixwend di têde behsa kesên xwebexş yên tên vir û li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê şer dikin, dihate kirin. Ev bû sedema hatina min ya vir. Her wisa me kiryarên DAIŞ’ê û serjêkirina xelkê di dît. Vê yekê ez êşandim. Her wisa destdirêjiya li ser jinan û revandina jinên Êzîdiyan jî min bandor kir. Dema ku ez cara yekê hatim gelek zehmet bû. Lê paşê min dît ku Kurd zehf rêz didin min û bi germî pêşwazî dikin. Hatina min ya cara yekê ji bo min ezmûnek bû. Ji ber ez qet nehatibûm Rojhilata Navîn. Dema ku ez gihîştim Rojava, min hefteyek perwerde dît û paşê derbasê eniya şer bûm. Min gelek şervanên navnetewî nas kir.”

Şervanê Enternasyanolîst Damien Rodriguez (Şêrzad Azad) piştî demekî vedigere welatê xwe lê, dîsa biryar dide û vedigere Rojava. Rodriguez wiha dirêjî bi axaftina xwe dide: “Ez çûm cara duyem jî hatim. Min dît ku gelek şervan şehîd bûne ku bi piraniya wan re pêwendiya min hebû û min wana nas dikir. Ev jî bû ezmûneke nû ji bo min. Ez wê demê tevlî şerê Şedadê bûm.”

Rodriguez bi berdewamî wiha axivî: "Di van herdu caran de tiştek rû neda. Ez rehet û hatim û çûm. Lê, cara sêyem ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin. Min berê bihîstbû ku xelkê digirin. Lê, ez dihizirîm ku pêwîste Kurd li gel hev bin û yek bin.” Şervanê Enternasyonalîst diyar kir ku têkiliyên Barzanî li gel Tirkiye heye û got: “Diyare ku pêwendiyên Barzanî li gel Erdogan hene. Her kes dizane ku Erdogan li Tirkiyê çi dike, li Amedê çi dibe. Nabe ku em weke Amerîka li gel Erdogan bin. Ji ber her cûre xirabiyê li xelkê dike. Ez daxwazê ji hikûmeta Amerîka dikim ku dawî li pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyê re bîne.
PDK hindek karên xirab dike. Pêwîste ew li gel Kurdan bin ku şerê DAIŞ'ê dikin. Hêvîdarim ku di pêşerojê de rewş baştir bibe û şervan zêdetir werin ji bo azadiya Kurd, Ereb û Sûryanan li dijî DAIŞ’ê şer bikin.”

'TENÊ YPG LI DIJÎ DAÎŞÊ ŞER DIKE'

Damien Rodriguez diyar kir tenê YPG li erdê bi awayeke cidî li dijî DAIŞ’ê şer dike û wiha pêde çû: “Yê bi awayeke cidî li erdê li dijî DAIŞ’ê şer dike, YPG ye. Her wisa hêzên hewayî yên koalîsyonê jî ji hewade alîkariyê dikin. Lê, pêwîstiya min alîkariyeke zêdetir heye. Diyare hêdî hêdî pêwîstiyên wan yên çek tê dabîn kirin. Şer niha li Reqayêye û ev jî wer bihêsanî nabe. Wê Reqa bibe Minbica Mezin. Şerê Minbicê gelek zehmetbû. Me gelek şehîd li Minbicê da. Beşek ji wan jî şervanên navnetewî bûn.” Ji ber ku tenê piştgiriya hewayî têrê nake. Ku niha şer li Reqqa ye, ev şer hêsanî nabe. Wê Reqqa bibe Minbîca mezin. Şerê Minbîcê gelek zehmet bû, li Minbîcê me gelek şehîd dan. Beşek ji wan şervanên navnetewî bûn. Niha gelek şervanên xwebeşx mal û hevjînê xwe dihêlin tên Kurdistanê ji bo azadiya xelkê têdikoşin. Şervanên YPG'ê yê enternasyonalîst Damien Rodriguez (Şêrzad Azad) axaftina xwe wiha bi dawî kir:"Min got, dibe ku PDK me bigre. Lê carên din ez bi hêsanî di hatim û diçûm. Diçûme Hewlêr û li vir me vîze werdigirt û diçûn welatê xwe. Bê sedem me 8 roj di girtîgehê de hiştin. Di encam de ev ji bo me weke cezakirinek bû. Tevî ku dizanîn em ji bo gelê Kurd û ji bo van axan şer bikin hatine vir jî, bi girtina me re me cezakirin. Helbet dizanîn em ne DAIŞ’îne lê, ji bo em careke din neyên xwestin me bitirsînin. Lê, ev nikare me ji biryara me vegerîne. Biqasî ku dixwazin me tevan jî bigirin lê, wê dîsa jî mirov werin. Ancax, divê ew siyaset û nêrîna xwe biguherin. Li vir dixwazin axa Kurdan rizgar bikin, dixwazin Kurdistanê ava bikin lê, ev bi tenê bi Başûr nabe, divê li Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî pêk were. Evane tev bihevre Kurdistane. Ji lewma divê ji bo vê xeyalê Kurdan pêk bînin, divê hem hemû bihevre û heta bi PDK’ê re bihevre bixebitin.