AMED - Doza KCK'ê ya Sereke ku 8 parlamenterên HDP'ê jî di navde 29 siyasetmedarên kurd tên darizandin hat dîtin.
8 parlamenterên HDP'ê jî di navde rûniştina doza 29 siyasetmedarên kurd li 2'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Amedê hat dîtin. Parlamenterên HDP'ê Çaglar Demirel, Osman Baydemir, Dirayet Taşdemir, Ahmet Yildirim, Besime Konca, Alîcan Onlu, Nadir Yildirim û Selma Irmak jî di navde 29 siyasetmedarên kurd tên darizandin. Li salona 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku siyasetmedarên kurd amade nebûn, tenê arezerê wan Prz. Cihan Aydin amade bû. Heyetê dadgehê doz taloqî 14'ê Îlonê kir.
Têkildarî dozê der barê siyasetmedarên kurd Nurettin Demirtaş, Huseyin Zorlu, Fîkrî Aktaş, Muzeyyen Guneş, Nadire Nergiz, Mesude Şahin, Kenan Ayaz, Gulabi Dere, Ozlem Tanrikulu, Hamit Aslan, Nesrin Deniz, Remzi Kartal, Sabrî Ok, Mustafa Sarikaya, Şukran Aydin, Mehmet Ermiş, Mehmet Duman, Gulistan Aksoy, Gulay Calap, Unal Ahmet Çelen û Erkan Pişkin de biryara girtinê heye.