REQQA - Piştî Tebqa hat rizgarkirin û xebatên amadekariyê bi dawî bûn, Radyoya “FIRAT FM” li ser pêla 107.7 dest bi weşana test kir.
Li gorî nûçeya ANHA, pişî rizgarkirina bajarê Tebqayê ji DAIŞ'ê û vegera jiyanê li wir, Radyoya FIRAT FM dest bi weşana test kir. Di demeke nêz de wê radyoa dest bi weşana zindî bike. Radyoya FIRAT FM, ji saet 7:00`ê sibehê heta 00:00 weşanê dike. Di dema testê de dê tenê stranan biweşîne. Di radyo de niha tenê xebatkarek dixebite û amadekariya pêşwazîkirina endaman ji bajarê Tebqayê tê kirin, da ku dest bi weşana zindî bikin. Museb El-Hisên ku niha di radyo de dixebite, da zanîn ku wan belavokên ji bo pêşwazîkirina endaman li tax û kolnanên bajar belav, kirine.