MÊRDÎN - Li Nisêbînê qedexeyên li hin taxan rabûn.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina derve ya di 24’ê Adara 2016’an de hat îlankirin û heta niha li beşekê didomiya li 10 taxan hat rakirin. Hat diyarkirin ku dê li taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Abdulkadîrpaşa, Zeynel Abîdîn û Kişla ên ji ber pevçûnan bi temamî hatine rûxandin û bi telan hatine dorpêçkirin qedexeya derve di navebera saet 24.00-05.00’an de berdewam bike.
Di malpera fermî ya Qeymeqamê navçeyê de hat gotin ku ji îro pêde saet 24.00’an qedexe bi temamî tê rakirin û navê taxan wiha ye: “Yenîturan, Yeşîlkent, Mor Yakup, 8 Mart, Girnavas, Devrîm, Selahaddîn Eyyubî, Çatalozu, Îpekyolu, Bariş”