Wekîlê HDP’ê nehat berdan
Dadger: Ez têkevim destê rexîstinê dê bibim ganîmet

AMED - Rûniştina doza Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan piştî girtina 7 mehan li Dadgeha Amedê hat dîtin. Heyetê biryara berdewama girtinê da. Serokê heyeta dadgehê di rûniştinê de got: "Ez têkevim destê rêxistinê dê bibim ganîmet." Dadger ji parêzeran pirsa “Hûn dê kengî bibin wekîl" pirsî. Prz. Mehmet Emîn Aktar, jî got "Piştî tiştên hûn tînin serê wekîlan kî dê bixwaze bibe wekîl".

Di 4'ê mijdara 2016'an de li dijî parlamenterên HDP'ê operasyon pêk hatibûn. Di operasyonê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê jî di navde Abdullah Zeytan hatibûn girtin. Yekemîn rûniştina doza parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ku 20 salin ceza jê tê xwestin piştî 7 mehên girtî li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê erket pêşberî dadgehê. Zeytan ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî tê darizandin li salonê amade bû. Parezerên Zeytan û Serokwekilê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Parlamenterên HDP'ê Ziya Pir, Feleknaz Uca, Nihat Akdogan, Lezgin Botan, rêveberên HDP'ê û gelek kesên din li salonê amade bûn. Piştî tespîta nasnameyan parêzerê Zeytan Mehmet Emin Aktar mafê axaftinê girt. Aktar, anî ziman ku darizandina parlamenteran li dijî Qanûna Bingehîn e û xwest darizandina wan bê rawestandin. Heyeta dadgehê jî dijberi vê yekê parast û daxwaza Aktar red kir.

Piştre Zeytan parastin kir. Dema amadekariya qeyda salonê dihat kirin niqaşên balkêş di navbera dadger û parêzeran de derbas bû. Serokê dadgehê der barê neqîlkirina dozê ya Amedê de got "Li Colemêrgê 3 wekîl hene. 3 wekîl jî li vir tên darizandin." Dadger ji parêzer û Zeytan pirsî û got: "Min Colemêrg nedîtiye. Gelo li Colemêrgê pirsgirêka ewlehiya heye?" Parêzeran jî diyar kir ku xwezaya Colemêrgê pir xweş e û divê ev der bê ziyaretkirin. Serokê heyetê got "Ez natirsim ku biçim vir. Ger ku têkevim destê rêxistinê, min nakujin. Ez dê bibim ganîmet."

'OPERASYONA LI DIJÎ HDP'Ê SIYASÎ YE'

Piştî qeydê dest pê kir Zeydan, parastin kir û îdîayên der barê xwe de red kir û got: "Girtina parlamenterên HDP'ê siyasî ye. Ez wekî wekîlekî hatime hilbijartin hêj wekîl im û hêj endamê meclîsê me. Ji ber vê yekê parastina ku ez bikim vîna gel temsîl dike. Destnedayina wekilan bi fermana Serokomar Erdogan zextên siyasî yên li ser meclîsê hat rakirin. Destnedayîna me li dijî Qanûna Bingehîn hat rakirin. Piştî biryara siyasî li dijî HDP'ê operasyona siyasî pêk hat. Li gel ku hêj destnedayina min heye ez niha li pêşberî dadgehê me. Mafê darizandinê ne di ser mafê qanûnçêkirinê re ye. Erka we ya darizandinê nikare mafê min ê qanûnçêkirinê asteng bike. Darizandin û tawanbarkirina min bi tevahî siyasî ye. Ez 2 hezar û 500 kilometre birim bajarê dûrî dadgehê. Dozên Hevserokên me Demiîtaş û Yuksekdag jî sewqî Enqereyê hatin kirin. Doza min jî bi hinceta ewlehiyê ji Colemêrgê sewqî Amedê hat kirin. Ev tenê nîşan dide ku girtina me bi zanebûn û qestî ye. Ev nîşan dide ku darizandin û girtina me siyasî û li dijî zagonan e. Operasyona ku di 4'ê Mijdarê de pêk hat bi fermana Wezareta Dadê û Wezîre Karên Hundir pêk hat. Ev operasyon bi destê AKP'ê pêk hat. Xwestin bêyî HDP'ê biçin referandumê. Girtina wekîl, hevşaredar û siyasetmedaran a di vê demê de ne tesadufî ye."

'GER KU BIRÊZ OCALAN 10 SAL BERÊ HATIBA BERDAN NIHA AŞTÎ BI SER KETIBUYA'

Zeydan, di berdewama parastina xwe de anî ziman ku axaftina wî rê li tundî û aloziyê venekiriye û wiha got: "Min mafê xwe yê siyaseta demokratîk pêk anîye. Min negotiye 'PKK dê di xweziya xwe de we bifetisîne' Ev hatiye berovajîkirin. Ev gotin li dijî DAÎŞ'ê û êrîşên li dijî gelê kurd hatiye gotin. Ji ber ku min fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi gel re parve kirine ez têm tawanbarkirin. Ger ku Birêz Ocalan 10 sal berê hatibûya berdan niha aştî û aramî bi ser ketibûya. 10 milyon kesan daxwazname da û got ' Ocalan vina min a siyasî ye' Birêz Ocalan ji bo pêşeroja aştî û ewlehiye xwedî rolek pir girîng e. Niha dozger dibêje pesnê Ocalan daye. Kesekî têkoşîna aştiye bide mirov dê pesnê wî bide. "

Piştî Zeydan parêzeran jî parastin kir û xwest Zeytan bê berdan. Parêzeran anîn ziman ku darizandina Zeytan nayê qebûjkirin û darizandin li dijî Qanûna Bingehîn û hiqûqê ye.
Piştî parastinê heyetê navber da û piştî navberê biryar da ku darizandina Zeytan girtî berdewam bike. Heyetê rûniştina dozê taloqî 14'ê Tîrmehê kir.