ENQERE - Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yê ku bi KHK'ê hatin îxrackirin û 196 roj in li ber xwe didin û 76 roj in di greva birçîbûnê de ne, hatin girtin.
Akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça yê ku duh şev bi ser mala ku lê bûn de hat girtin û di serdegirtinê de hatin binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Dadgehê der barê Ozakça û Gulmenê de biryara girtinê da.