MÊRDÎN - Li Mêrdînê ji ber baran û bahozeke dijwar lêhî rabû, dar şikesetin û qezaya trafikê çêbû.
Li Mêrdîn û navçeyên wê bahoz û barana ku ji danê nîvro dest pê kir, bû sedema lehî, şikestina daran û qezayên trafîkê. Ji ber ba û bahozê li Mêrdînê gelek dar şikestin. Her wiha li navçeya Qoserê jî, gelek depoyên avê ji ser banê xêniyan ketin erdê.
Li ser rêya Qoser û Nisêbînê jî ji ber baraneke zêde 2 TIR li hev ketin. Di qezayê de 2 kes birîndar bûn. Kesên birindar bi ambulansên hatin cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyê.