EDENE - Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu çû serdan gorên kesên di şewata Aladagê de jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku piştî qeza çêdibin divê ders jê bên girtin û wiha got: "Lê mirovên zane dewletê bi zanebûn birêvedibin, yên ku dewletê bi danahevê birêve dibin destpêkê tedbîran digirin."
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu beriya mîtînga xwe ya Edeneyê gorên kesên di şewata Aladagê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kir û gul danîn ser goran. Piştre Kiliçdaroglu li ber wargehê daxuyaniyek da çapemeniyê û sersaxî ji malbatan re xwest. Kiliçdaroglu, diyar kir ku xwedîderketina li zarokan berpirsyariya hemû kesê ye û wiha got: "Ez gelek xemgînim, hemû Tirkiye pir xemgîne. Me zarokên xwe winda kirin, dayîk û bavên wan ew bi hêviyên mezin ew şandibûn vir. Dê bixwendibana û kar bikiribana. Dê bi awayekî serbilind biziviriyabana gel mablatên xwe. Lê di encama şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Her tim piştî qezayan hewl didin dersê jê derxînin. Lê mirovên zane, kesên ku dewletê bi mejî birêvedibin, yên dewletê bi berhevdanê birêvedibin destpêkê tedbîran digirin. Divê ji van qezayan re rê venekin."
Kiliçdaroglu, da xuyakirin ku divê bang li hikûmetê bê kirin k udi mijara wargehan de baldar bin û wiha axivî: "Zarokên me yên hîna biçûk bûn li virin. Dayîk û bav bi hêviyên mezin zarokên xwe dişînin vir. Xwedî li van zarokan derketin peywira me ya hevpare. Siyaseta vê tune ye. ji bo ev zarok bixwînin, ji bo pêşeroja wan divê em ji bîr nekin ku ev zarok pêşeroja Tirkiyeyê ne. Divê em hemû bi hevre ji bo wan bixebitin û ji bo bixwînin alîkariya wan bikin."