MANÎSA - Karkerên demsalî yên Şirnexî ku li Salihliyê rastî êrîşa nijadperestan hatin, êrîş vegotin. Omer Saytekin, anî ziman ku di êrîşa bi çek, hesin û daran hat kirin de birîndar bûne, lê dîsa jî rapora derbkirinê nehatiye dayîn û wiha got: "Bi ser de cendirmeyan jî heqaret li wan kiriye.
25 karkerên demsalî yên şirnexî ji ber hewldanên lînçê ji gundê Çokelekê yê Salihliya Manîsayê derbasî navçeya Golmarmarayê bûn. Karkerên ku di bin şert û mercên giran de dixebitin û ji ber nasnameya wan êrîş li wan tên kirin, tiştên hatin serê wan vegotin. Karkeran, anî ziman ku êrîşkaran ji wan re gotiye "Hûn hemû kurd in, qiro ne."
'LI BER ÇAVÊN ZAROKAN BI ÇEKAN ÊRÎŞ KIRIN'
Omer Saytekin ê ku çavekî wî ji sedî 70 nabîne, diyar kir ku ji bo ew jiyana xwe îdame bike û 6 zarokên xwe bide xwendin, her havîn wek karkerê demsalî tê Manîsayê. Saytekin ê ku di êrîşê de bi giranî birîndar bû wiha axivî: "Roja êrîşî serê sibehê em çûn ser erd. Wesayîta me di nav heriyê de ma. Me xwest ku em wesayîta xwe derxînin. Wê kêliyê bi şaşî em ketine qeraxa erdê kesê bi navê Kamil U. Ji ber heriyê tekelê wesayîta me şemitî. Me bi zor û heft bela wesayîta xwe derxist. Em hatin û me taştê xwar. Dema me taştê dixwar Kamil U. hat. Em pê re axivîn. Min jî got, min wesayît diajot. Min jê re got li qusûrê nenêre, heke zirara te hebe em ê bidin. Got 'Hûn hemû kurd in, qiro ne" û bi vî awayî bi ser min de hat. Sê kesan êrîş kir. Çek kişand. Bi rasthatinî berda. Dema min got bisekine, berê çekê da min. Got 'Ez ê we hemûyan li vir binax bikim.' Zarokên min li wir bûn. Keçên min ên 13, 14 û 15 salî tirsiyan. Xeberên ku mirov nikare bibêje gotin."
'BI HESINAN ÊRÎŞ KIRIN'
Saytekin, da zanîn ku piştî bûyerê gundî hatine û wiha domand: "Hemû gundî hatin wir. Di dest wan de hesin, êzing, kêr hebûn. Min zarokên xwe û malbata xwe bi paş ve kişand. Ez ji bo axaftinê ber bi wan ve çûm. Kurê min ê 16 salî jî li pêyî min hat. Dema ez çûm cem wan bêyî ku ez devê xwe vekim ji wan kesekî ciwan got 'Em ê we li vir binax bikin" û êrîşî me kirin. Xwe avêtin ser min û kurê min. Paşê nizanim kî li me da."
RAPORA DERBKIRINÊ NEHAT DAYÎN, CENDRIME JÎ HEQARET KIRIN!
Saytekin, got ku piştî bûyerê ew rakirine nexweşxaneyê û wiha axivî: "Ji xwe ez ji ser hişê xwe çûbûm. Fîlmê mêjî hat kişandin. Guhê min jêbibû, dirûtin. Polîs û cendirme jî nehatin nexweşxaneyê. Dîsa jî rapora derbkirinê nedan. Em ji vî halê xwe re şikir dikin. Em ji mirinê filitîn. Çimkî ji bo kuştinê hatibûn." Saytekin, da zanîn ku piştî bûyerê ew li cendirmeyan geriyane, lê belê tiştên diviya bikiranan nekirine û wiha got: "Di dema bûyerê de ez li cendirmeyan geriyam. Cendrime wê dikê dîtin. Me gule nîşanî wan dan. Gotin 'Tiştek nabe'. Kesekî binçav nekirin. Tenê kesek hat binçavkirin. Lê ew jî hîn ez ji nexweşxaneyê derneketim hat berdan. Min di îfadeya xwe de jî got ku ez gilîdar im. Cendirme heqaret li me kirin. Bi ser me de diqîriyan digotin 'Rûnên, neaxivin.' Keyayê gund jî hatiye wir. Her hal çek bê ruxset bûye. Dibêjin çek tune ye. Her kesî çek dît. Her kesî dengê çekê bihîst."
'EWLEHIYA ME YA JIYANÎ TUNE YE, LÊ EM MECBÛR IN'
Saytekin, anî ziman ku 23 sal in ew wek karkerên demsalî tên Manîsayê, lê belê cara ewil e ku ew bi rewşeke bi vî rengî re rû bi rû mane. Saytekin, got ku ewlehiya wî û malbata wî ya jiyanî tune ye, lê ew mecbûr in ku bixebitin. Saytekin wiha axivî: "Li Cizîrê di dema qedexeyên derketina kolanan de jî ewqasî em netirsiyabûn. Îro careke din em vegeriyan wir. Em mecbûr in biçin wir, em li pêyî nanê xwe ne. Em ji bo zirarê bidin kesekî/ê nehatin vir. 23 sal in her havîn têm li van deran dixebitim. Em ji bo xebatê hatin. Em ji bo rizqê xwe hatin. Cara ewil e ku ez bi bûyereke wisa re rû bi rû dimînim. Em li pêyî nanê xwe ne. Ma em ê çi zirarê bidin xelkê? Niha ewlehiya me ya jiyanî tune ye. Em nizanin ku em ê çi bikin. Heke edalet hebe nexwe dibê ji bo her kesî wekhev be."
'TELEFON KIRIN, NÊVIYÊ GUND HAT WIR'
Ugur E. yê ku di dema êrîşê de destê wî ji gûzekê şikiya wiha got: "Dema me ji dûra dengê çekan bihîst, me dît ku êrîşî xalê min dikin. Ji bo em wan ji hev bikin em baz dan. Bi zorê me xalê min ji nav destê wan derxist. Çek kişand. Bi rasthatinî berda. Telefon kirin. Nêviyê gund hat wir. Bi hesin, êzin, zincîr û aletên birînê hatin wir. Piraniya me zarok bûn. Heta piranî jê zarokên keç bûn. Xalê min got 'Eyb e, wisa nekin, em li pêyî nanê xwe ne', lê dîsa jî êrîş kirin. Lînç kirin. Li ber çavê zarokên 14-15 salî li bavê wan dan."
'HEW MABÛ ME SÛCDAR BIKIN'
Ugur E., anî ziman ku rapora derbkirinê nedane wî jî û hew mabû ku cendirme wan sûcdar bikin. Ugur E. wiha axivî: "Dema cendirme hatin êrîşkaran qewanên vala ji erdê berhev kirin. Çekê jî dan zarokekî ku li ser motorsiklêtê bû û zarok çû. Me li erdê gelek gule dîtin. Me ew dan fermandar. Got 'Ev bi kêrî tiştekî nayên, qewanên vala divên, hewcetî bi çekê heye.' Min ji bijîşk re got, êrîş li min hatiye kirin û min li qereqolê îfade daye. Got 'Temam dev jê berde, tu biçe rontgenê bikşîne.' Dîsa fermandar hat qereqolê. Ji min pirsî 'Dema bûyerê tu li wir bûyî?' Min jî bûyer vegot. Got 'Temam, bes' û ez tehm dam. Wan jî serbest berdan. Ev feraseteke çawa ye? Em di kîjan dewrê de dijîn." Ugur E., dest nîşan kir ku li gel ewqas tiştî jî ew mecbûr in ku bixebitin û wiha got: "Zarokên me hene, bi şev ji tirsan nikarin rakevin. Ewlehiya me ya jiyanî tune ye. Ne cendirme û ne jî tu kes me naparêz e. Em mecbûr in ku li pêyî nanê xwe bin. Lê dîsa jî em ê bixebitin."
Têkildarî bûyerê em bi riya telefonê li keyayê gundê Çokelekê Mevlut Kilinç geriyan. Kilinç wiha got: "Ev şerê du kesan e. Ne hewce ye ku mirov ewqasî mezin bike. Ez ê dozê li xwediyê malpera ku vê nûçeyê çêbike vebikim. Belê, şer çêbû. Di navbera ciwanan de tiştek qewimiye. Lê wisa lînç filan û bêvan tune ye. Kesên ku vê nûçeyê çêbikin ez ê giliyê wan bikim. Ne tiştekî ku mirov mezin bike. Bûyer gihaşt meqamên edlî. Cendirme hat û çi hewce bû kir. Çi hewce be dê meqamên edlî bikin."
Cihan Başakçioglu - dihaber