Ji bo rêya qereqolê erdên çandiniyê binav kirin

ŞIRNEX - Li gundikê Zeviya yê girêdayî Roboskiyê, piştî ku ji bo noqteyên leşkerî robar bi axê hatin tijekirin, erdên çandiniyê yên gundiyan di bin avê de man. Şêniyê Roboskê Veli Encu diyar kir bi vî awayî dixwazin mirovan ber bi cerdevaniyê ve teşwîq bikin."

Li gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê, ku di 28'ê Kanûna 2011'an de di bombebarana balafirên tirk de 34 welatiyên wê jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo çêkirina qereqolê erdên çandiniyê di bin avê de hatin hiştin. Çend hefte berê riya ewlehiyê ya ku li xeta sînor a gundikê Zeviyayê ye û ber bi noqteyên leşkerî yên Karaçali û Beyaztepeyê ve diçe, bi kepçeyan hat firehkirin. Leşker, ji dêvla ku hêla rê ya ku li çiyê dinihêre fireh bikin, robarê ku li hêla wê ya din e bi axê tije kirin û bi vî awayî rê fireh kirin.

BI DEHAN DAR HATIN TUNEKIRIN

Piştî ku robar bi axê hat tijekirin, bi taybetî jî bi biharê re ava robar a ku bilind bûbû hêla xwe guherand û ber bi erdên çandiniyê ve herikî. Bi vî awayî gelek erdên çandiniyê yên gundiyan di bin avê de man û bi vê re jî bi dehan darên gûz û hewran tune bûn.

‘DIXWAZIN CERDEVANIYÊ TEŞWÎQ BIKIN'

Yek ji wan kesên ku erdê wî di bin avê de maye jî Veli Encu ye. Encu, dest nîşan kir ku piştî qedexekirina çûyîna zozan vê rewşê jî bandoreke neyînî li aboriya wan kiriye. Encu, anî ziman ku ji bo debarê tenê di dest wan de çandinî û sewalkarî maye û wiha got: "Ji ber zozanên me hatine qedexekirin, di warê çêrandina heywanan de em bi tengasiyan re rû bi rû dimînin. Niha jî erdên me yên çandiniyê di bin avê de hatin hiştin. Li gor kêfa xwe her tiştî dikin. Bi vî awayî dixwazin cerdevaniyê teşwîqî mirovan bikin."

Encu, dest nîşan kir ku ji ber avê darên fêkiyan jî winda bûne. Encu, da zanîn ku bêyî ku destûrê ji wan bixwazin xebateke wisa hatiye kirin û ew ê giliyê wan bikin.