WAN - Seyfettin Uçer ê ku li gundê Xarnûkê yê Payîzavayê dijî, ji 40 aşên dîrokî Aşê Ûsiv Zeydîn saz kir û niha aş dixebite. Uçer, balê kişand ser girîngiya zîndekirina çandeke ku bi tunebûyînê re rû bi rû maye û wiha got: "Tenê ji bo nanê ku ez dixwim be jî, ez ê vî aşî bidim xebitandin."
Seyfettin Uçer ê ku li gundê Xarnûkê yê navçeya Payîzava ya Wanê dijî, Aşê Ûsiv Zeydîn ê ku yek ji 40 aşên ku li herêma Çilaşê ye saz kir û niha aş dixebite. Uçer, balê kişand ser girîngiya ji nû ve vesazkirina van aşên dîrokî û xwest ku, 39 aşên mayî jî bên sazkirin û xebitandin.
AV HAT BIRÎN, AŞ SEKINÎNIN
Uçer, da zanîn ku bi çêkirina riyên avê yên ku li ser Robarê Serêkaniyê yê ku li Taxa Bejingirê ye, her 40 aş dixebitîn. Uçer diyar kir ku, piştî ku di sala 1986'an de ava ku aş pê dixebitî wek ava vexwarinê ji bo Wanê hat dayîn êdî aş yeko yeko hatin sekinandin. Uçer, got ku piştî demekê aşên bi ceryanê ketin dewrê û ev jî bûn sedem ku êdî aşên dîrokî neyên xebitandin.
BI QENALEKÊ 40 AŞ DIGERIN
Uçer, dest nîşan kir ku aş tevî Qenala Şamranê ya ku ji aliyê Qiralê Ûrartûyan Menûa (Semîramîs) ve hat çêkirin hatine avakirin. Uçer, got ku ev aş bi hêza avê dihatin xebitandin û wiha axivî: "Bi ava ku ji kaniyekê dihat 40 aş dixebitîn. Piştî Ûrartûyan kî hatibe vir ev aş xebitandine. Ji kalikên me ji bo bavên me, ji bavên me jî ji bo me mane."
13 JÊ TUNE BÛN, 26 JÊ VEGUHERÎNE KAVILAN
Uçer, anî ziman ji van aşên ku 13 jê bi temamî tune bûna û 26 jê jî veguherîne kavilan 50 sal berê jî dihatin xebitandin. Uçer, got ku gelê herêmê yê ku payîzê debra xwe dikin, genimê xwe dianîn van aşan û dihêrandin. Uçer, dest nîşan kir ku teknolojiya ku her diçe pêş ve diçe û rêbaza xelet a ku ji bo pêdiviya ava bajêr hat sepandin, aş qedandine. Uçer, da zanîn ku gelek kes li van aşan dixebitîn û wiha axivî: "Dewletê dikaribû wê ava ku ji aşan derdiket jî bibirana bajêr. Piştî ku av veguherandin a vexwarinê gelek welatî hatin mexdûrkirin, aş hatin tunekirin."
‘YÊN LI TENDURISTIYA XWE DIFIKIRIN TÊN'
Uçer, da zanîn ku ji bo aşê ku wî saz kiriye û niha dixebite eleqeyeke zêde heye û wiha got: "Ji bo em vê çandê, vê dîrokê jîndar bikin me di sala 2014'an de aşê ku aîdî me ye restore kir. Me ji 40 aşan yek jê da xebitandin. Piştî me da xebitandin kesên ku hay jê çêdibin tên. Ji bo nanê baştir û sihettir bixwin arvanê xwe li vir çêdikin. Mirovên ku li tenduristiya xwe difikirin genimê xwe tînin vir." Uçer, balê kişand ser girîngiya zîndekirina çandeke ku bi tunebûyînê re rû bi rû maye û wiha got: "Tenê ji bo nanê ku ez dixwim be jî, ez ê vî aşî bidim xebitandin."
AV ÇERXÊ, ÇERX JÎ KEVIR DIGERÎNE
Her wiha Uçer behsa xebitandina aşê ku wî saz kiriye jî kir û wiha vegot: "Aş bi hêza avê dixebite. Av çerxa hesinî digerîne û ew jî kevir. Genimê ku li sindoqan tê valakirin bi vî awayî tê hêrandin. Bi saya kevirê ku bi hêza avê digere, ji sedî sed arvanê bikelpik bi dest dikeve. Taybetmendiya aşên avî ew e ku di seradê de kelpik namîne."